Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Golanê ya parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, di qezaya ku du otomobîl li hev qelibîn de Eymen Mîrza Coşkunê 8 salî yê ku giran birîndar bûbû mir.
Bi mirina Eymen Mîrza Coşkun re hejmara kesên ku di qezayê de mirine derket 4an.
Li ser rêya Mereş û Semsûrê, li nêzîkî bajaroka Belorenê qezayek çêbû.
Di qezayê de Eymen Mîrza Coşkunê 8 salî giran birîndar bûbû.
Eymen Mîrza Coşkun veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Semsûrê lê tevî hemû midaxaleyan nehat rizgarkirin û mir.
4 endamên malbatekê mirin
Doh otomobîla ku Veysel Coşkunê 45 salî diajot û otomobîla ku Serkan S.yê 27 salî diajot li hev qelibîn.
Di qezayê de şofêr û Aysel Coşkun (39), Muhammed Burak Coşkun (14), Emîr Mîrza Coşkun (12), Eymen Mîrza Coşkun (8), Denîz Yaren Coşkun (1) û Buse K. (24) birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên li Semsûrê û Mereşê.
Ji birîndaran Aysel Coşkun û zarokên wê Muhammed Burak Coşkun û Denîz Yaren Coşkun miribûn.
Lêpirsîna li ser qezayê didome.
