Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îdirê ya Bakurê Kurdistanê bager û bahoza ku danê êvarê rabû, banên hinek xaniyan firandin.
Her wiha bahozê zevî û baxçeyên xelkê wêran kirin.
Cotkarên ku meha Nîsanê ji ber sir, seqem û qeşayê derbeke giran xwaribû, vê carê jî ji ber bahozê nîvê berhemên xwe ji dest dan.
Li Îdirê bayê dijwar û bahoza doh êvarê banên hinek xaniyan firandin û zerereke zêde gihand zeviyên çandiniyê.
Cotkarên ku meha Nîsanê ji ber qeşayê nîv bi nîv û li hinek deveran jî bi temamî bê berhem mabûn, bi vê bahozê re careke din xesirîn.
Piştî bahozê hat ragihandin ku li herêmê karê cotkariyê dijwartir bûye.
Hat zanîn ku cotkaran zerereke zêde dîtiye û rewşa wan xirab e.
Cotkar Tobet Turan li ser mijarê axivî û got:
"Îsal 13-14ê Nîsanê ji ber ku hewa 4 pileyan ket binê sifirê, sir, seqem û qeşayê li fêkiyên me da û zerereke zêde gihandiyê.
Me bi derfetên xwe pergalek ava kir ku em fêkiyên xwe biparêzin û em tê de serkeftî jî bûn.
Me hinek ji berhemên xwe rizgar kirin lê mixabin bahoza îro nîvê berhema mayî jî bir.
500 darên me hene û zerera me zêde ye.
Dîsa jî em hêviya xwe ji rehmeta Xwedê nabirin. Înşallah tiştê mayî dê bibe bereketa mala me."
