Hewlêr (Rûdaw) – Dara Bîlek di peyameke xwe de anî ziman, “Rûdaw li hemû cîhanê bûye dengê doza Kurdan a rewa.”
Siyasetmedar Dara Bîlek ji bo salvegera 13an a damezrandina Tora Medyayî ya Rûdawê ji Birêvebirê Giştî yê Rûdawê Ako Mihemed re peyamek şand.
Dara Bîlek di peyama xwe de got:
"Bi minasebeta salvegera 13an a Tora Medyayî ya Rûdawê ez we pîroz dikim û di kesayetiya we de destxweşiyê li hemû karmendên Rûdawê dikim.
Dezgeheke medyayê ti carî nikare hemû aliyan razî bike. Ji ber vê yekê dibe ku rastî gelek rexneyan bê.
Bêguman hin rexne di cih de ne û hin jî ne di cih de ne lê ya giring ew e ku we Rûdaw gihand asteke cîhanî û bû dengê Kurdan û doza Kurdan a rewa li hemû cîhanê.
Bi kurtasî, we karekî gelekî zehmet pêk anî û hûn bi ser ketin.
Bêguman gelek astengî di rêya serketina we de çêbûn lê we bi îstiqrar karê xwe domand û hûn bi ser ketin.
Ez careke din bi vê minasebetê we pîroz dikim û hêvî dikim bipêşketin û serketina we bidome.
Hûn li hemû deveran bûn dengê doza rewa ya Kurd û Kurdistanê. Rêya we vekirî be."
Dîroka 13 salan a Rûdawê
Tora Medyayî ya Rûdawê 29ê Gulana 2013an wekî toreke medyayî ya bi televîzyon, radyo û portalê dest bi weşanê kir.
Beriya ku Rûdaw wekî toreke medyayî dest bi kar bike, ji du heftenameyên çapkirî pêk dihat.
Yek jê weşaneke siyasî û giştî bû ku hejmara wê ya yekem 5ê Nîsana 2008an derket. Ya din jî weşaneke werzîşî bû ku hejmara wê ya yekem 4ê Hezîrana heman salê hat weşandin.
Rûdawê bi armanca ku li gel bipêşketinên dîjîtal ên cîhanê gavan biavêje û ji bo parastina jîngehê kaxezê bi kar neyne, weşana xwe ya çapkirî rawestand.
Weşana werzîşî 1ê Kanûna Paşîna 2019an bi hejmara 530î û weşana giştî jî 24ê Sibata 2020î bi hejmara 593yan hatin sekinandin.
Toreke navneteweyî û piralî
Tora Medyayî ya Rûdawê hewl daye ku di warê ragihandinê de sûdê ji teknolojiya herî nûjen wergire da ku her tim nêzîkî şopînerên xwe bimîne.
Rûdaw di televîzyonê de bi her du zaravayên Kurmancî û Soranî weşanê dike.
Her wiha bi rêya portal û torên civakî jî nûçe û berhemên xwe bi zimanên Erebî, Îngilîzî û Tirkî jî digihîne xwînerên xwe.
Vê tora Kurdistanî ya pirzimanî heta niha bi dehan xelatên navxweyî û cîhanî bi dest xistine.
Rûdaw bi saya karê xwe yê pîşeyî, jêhatîbûn û pêbaweriya xwe, ji bo kanal û ajansên navdar ên cîhanê bûye çavkaniyeke sereke.
Ajansên cîhanî yên wekî Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP), Associated Press (AP) û Tora Nûçeyan a Ewropayê (ENEX) nûçe û pêşhatên Kurdistan û herêmê ji Rûdawê werdigirin.
.jpg&w=3840&q=75)