Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, kesekî xwest marê li mala xwe bikuje lê di encamê de 5 kes birîndar kirin.
Li gorî agahiyan, H.Oyê 56 salî li mala xwe mar dît.
Wî xwest mar bi tivinga xwe ya nêçîrê ya bi ruxset bikuje û gule berdan.
Ji ber saçmeyên tivingê û kevirên ku ji erdê teqîn, 5 kesên ku li cihê bûyerê bûn birîndar bûn.
Kesên ku bi sivikî birîndar bûne ev in: R.O. (59), E.Y. (31) û her sê zarokên bi navên Y.B. (4), M.S.Y. (4) û F.E. (6).
Li ser agahdarkirina xelkê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Hat zanîn ku rewşa tenduristiyê ya her 5 birîndaran jî baş e.
