Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erxaniyê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, di êrişeke çekdarî de şofêrek mir û hevjîna wî jî bi giranî birîndar bû.
Huseyîn Şyê 51 salî û hevjîna wî S.Şya 44 salî ji zeviya xwe vedigeriyan malê.
Otomobîla ku Huseyîn Ş. diajot li ser rê rastî êrişeke çekdarî hat.
Piştî êrişê otomobîl ji rê derket û ket şarampolê.
Li ser agahdarkirina xelkê, tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê piştî kontrolê diyar kir ku Huseyîn Ş. li cihê bûyerê miriye.
S.Şya ku di êrişê de bi giranî birîndar bûbû, bi ambulansê sewqî nexweşxaneyê hat kirin.
Cendirmeyan ji bo girtina êrişkaran dest bi lêkolînan kir.
