Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî êrişên nû yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar kirin.
Serokê YNKyê Bafil Talebanî bi boneya salvegera 51emîn a damezirandina partiya xwe peyamek belav kir.
Bafil Talebanî diyar kir ku ew di vê roja girîng de careke din tekez dikin ku ew bi xelkê xwe re ne û got:
"Di vê rewşa dijwar a aborî û nearamiya herêmî ya ku gelê me tê de ye, em ducare dikin ku em bi xelkê xwe re piştgir û hevçeper in."
Serokê YNKyê bal kişand ser rola xelkê û wiha axivî:
"Ez ji ber sebir û berxwedana wan ji kûrahiya dilê xwe spasiya xelkê me dikim.
Em wan piştrast dikin ku em dê ji bo xizmetkirin û parastina wan, hewlên xwe yên bêrawestan bidomînin."
"Yekrêziya Îraqê û bipêşketina Herêma Kurdistanê"
Talebanî amaje pê kir ku di gavên wan ên paşerojê de yekrêziya Îraqê û bipêşketina Herêma Kurdistanê dê wekî du stûnên sereke yên serkeftina welêt bimînin.
Serokê YNKyê derbarê pêwendiyên dîplomatîk jî wiha anî zimên:
"Ji bo vê jî em dê bi hevalbend û dostên xwe yên li Îraqê û seranserê cîhanê re hewlên xwe xurttir bikin."
Bafil Talebanî bertek da êrişên ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin û hişyarî da:
"Kiryarên bi vî rengî gefê li ewlehî û aramiya xelkê me dixwin.
Her wiha hewlên ji bo avakirina paşerojeke aram û xweş ên ji bo hemû Îraqiyan têk didin."
Talebanî ji bo bidestxistina aramiyeke mayînde, xwest ku ew bi awayekî cidî bixebitin û wiha pê de çû:
"Divê em pêwendiyên hevseng bi welatên cîran re ava bikin û sererast bikin.
Di heman demê de divê em pê bawer bin ku Îraq bi serxwebûn û serweriya xwe dimîne."
Rêzgirtina li mîrateya Celal Talebanî
Serokê YNKyê di salvegera YNKyê de, qala Serokkomarê berê yê Îraqê Celal Talebanî jî kir û got:
"Di vê bîranînê de em rêzê li mîrateya Serok Celal Talebanî digirin.
Nêrîna wî ya ji bo bihevrejiyan, diyalog, demokrasî û hevbeşiya niştimanî her tim rênîşanderê rêya me ye."
Bafil Talebanî di dawiya peyama xwe de tekezî li ser xebata ji bo mafên Kurdan kir û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir:
"Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê soza xwe ya neguher ducare dike.
Em dê ji bo tevahiya mafên gelê Kurd ên li her derê, mil bi milê xwişk û birayên xwe yên serbilind ên li Îraqê têkoşînê bikin."
