Hewlêr (Rûdaw) - Cezayê îdamê yê du kesên bi navên Hesen Tehmasibî û Kohyar Ebasî pêk hat. Bi tometa revandin û destdirêjiya li zarokekî 14 salî yê bi navê Ferîd Sadiqî yê ji bajarê Qurweyê yê parêzgeha Sineyê cezayê cezayê bidarvekirinê li wan hatibû birîn. Hesen Tehmasibî û Kohyar Ebasî îro li bajarê Qurweyê hatin bidarvekirin. Ev yek piştî wê pêk hat ku cezayê wan ji aliyê Dîwana Bilind a Îranê ve hatibû pesendkirin. Bûyer kengî û çawa çêbû? 13ê Tebaxa 2024an nûçeyek hat belavkirin ku Ferîd Sadiqiyê 14 salî yê ji gundê Çemeqlûyê yê bajarê Qurweyê, li Tehranê xwe kuştiye. Piştî belavbûna nûçeyê û destpêkirina lêpirsîna li ser bûyerê, derket holê ku destdirêjî li Ferîd Sadiqî hatiye kirin. Ferîd paşê di bin bandora guvaşa derûnî de xwe kuştibû. Rastî li gorî lêpirsînan û wêne û dengên di telefona wî de eşkere bû. Derket holê ku li gundê wan du kesan bi navên Hesen Tehmasibî û Kohyar Ebasî destdirêjî li Ferîd kiriye û vîdeoya wî tomar kiriye. Wan her du kesan çend caran bi belavkirina vîdeoyê gef li Ferîd xwarine. Wan ji bo ku çend carên din jî destdirêjiyê li wî zarokî bikin ew vîdeo bi kar aniye. Doza tometbaran bi amadebûna parêzerên wan, li Şaxa Yekem a Dadgeha Tawanan a Yekem a Sineyê hat dîtin. Doza wan bi tometa "revandin" û "destdirêjiyê" hat gotûbêjkirin. Tometbar di dema darizandinê de bi eşkereyî li tawana xwe mikur hatin. Di dawiyê de her du îro berê sibehê li bajarê Qurweyê çûn ber sêdarê.