Hewlêr (Rûdaw) - Piştî rapora Buroya Tawanan a Neteweyî, doza Rojwelat Kizmazê piştî du sal û nîvan ji nû ve tê lêkolînkirin.
JINNEWSê ragihand ku li gorî raporê, telefona Rojwelat Kizmazê piştî bûyera Gulistan Dokuyê bi 46 rojan girtî maye.
Doza wê hatibû girtin
Rojwelat Kizmaz 9ê Sibata 2024an li Êlihê winda bûbû û termê wê li Bendava Heskîfê hatibû dîtin û heta îro jî li ser mirina wê gelek guman hene.
Dozgeriyê bi biryara "neşopandinê" doza li ser mirina wê girtibû.
Lê malbata wê meha nîsanê, bi delîlên nû careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da.
Ji ber ku di doza Gulistan Dokuyê de delîlên nû hatin dîtin, malbata Kizmazan xwest ku biryarên berê yên li ser doza Rojwelatê werin betalkirin.
Gumanên li ser mirina wê
Her çi qasî Rojwelat Kizmaz wekî hevala herî nêzîk a Gulistan Dokuyê tê zanîn jî mirina wê ya biguman gelek pirs bi xwe re anîn.
Mînakeke berbiçav a vê yekê di lêkolîna Buroya Tawanan a Neteweyî ya li ser telefona Rojwelat Kizmazê de derket holê.
Telefona wê 46 rojan girtî maye
Li gorî rapora Buroya Tawanan a Neteweyî ya 22yê Nîsana 2025an, telefona Rojwelatê yekser piştî windabûna Gulistanê hatiye girtin.
Telefon 46 rojan bi şûn de, 20ê Sibata 2020î demjimêr16:04an dîsa hatiye vekirin.
Her wiha lêkolîna li ser telefona Rojwelat Kizmazê eşkere kir ku axaftina wê ya dawî ya bi telefonê 5ê Adara 2024an saet 14:47an pêk hatiye.
Dosya çû Erziromê
Beşeke dosyeya doza Gulistan Dokuyê li Erziromê didome.
Lê hat diyarkirin ku piştî lêgerîna li ser telefona wê, dosyeya Rojwelat Kizmazê sewqî Erziromê hatiye kirin.



