Hewlêr (Rûdaw) - Îsal karwanê yekem koçberan ê ku dê ji kampên Herêma Kurdistanê vegere cihên xwe yên li deverên cuda yên Îraq û herêmên nakok ên Başûrê Kurditanê amadehiya vegerê dike.
Pêvajoya vegerê ku nêzîkî 600 malbatan li xwe digire, di bin siya wan nîqaşan de bi rê ve diçe ku ev 6 meh in alîkariya darayî nedane wan koçberên ku berê vegeriyane.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cîhangîr ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku dê rojên pêşiya me nêzîkî 600 malbatên koçber ên ku li kampên parêzgeha Dihokê dijîn vegerin cihên xwe yên berê.
Ev karwan dê bibe koma yekem a koçberan ku sala 2026an vedigere.
Ji bo dabînkirina xerciyên vegerê, dê rêxistineke navneteweyî ve milyonek û 500 hezar dînarî bide her malbatekê.
Li kampan 18 hezar malbat mane
Niha li kampên Herêma Kurdistanê nêzîkî 18 hezar malbatên koçber dijîn ku piraniya van malbatan Kurdên Êzidî ne.
Koçber li 22 kampan dimînin û 18 ji van kampan li parêzgeha Dihokê ne.
13 hezar lê tenê 8 hezar malbatan alîkarî wergirt
Li gorî biryara Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê, divê 4 milyon dînarî wekî alîkariya darayî bidin her malbateke ku vedigere lê Elî Cîhangîr diyar kir ku ji ber nepesendkirina yasaya budceyê ev 6 meh in pere nehatiye dayîn û anî ziman:
"Ew alîkariya ku diviyabû bidin koçberên vegeriyayî nehat dayîn.
Heta niha ji 13 hezar malbatên ku vegeriyane tenê nêzîkî 8 hezar malbatan ev alîkarî wergirtiye."
Budceya salane ya Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê wekî 276,9 milyar dînarî hatiye diyarkirin û 15,9 milyar dînarê wê ji bo meaşên karmendên wezaretê tê veqetandin.
Sala 2014an piştî ku DAIŞê êrişî Şingalê kir, bi hezaran Kurdên Êzidî xwe spartibû Herêma Kurdistanê û beşek ji wan jî neçar mabûn ku koçî derveyî welêt bikin.
Tevî ku gelek sal derbas bûne jî hîn bi hezaran malbat li kampan dijîn.



