Ev 15 sal in, bihayê mûzê li Îranê bûye neynika çîroka diravê neteweyî yê Îranê.
Kîloyek mûz ku sala 2011an bi nêzîkî 2 hezar tumenî dihat firotin, niha li piraniya fêkîfiroşên Tehranê û bajarên din bihayê wê nêzîkî 300 hezar tumenî bûye. Ev jî tê wê wateyê ku di nava 15 salan de bihayê mûzê 150 qat zêde bûye.
Di nava van 15 salan de, biha ango qedirê tumen sal bi sal daketiye. Sedema wê jî ceza, enflasyon, zextên darayî û aloziyên jeopolîtîk in.
Dema ku bazirgan kîloyek mûz bi nêzîkî 300 hezar tumenî difroşin, ew ne tenê bihayê fêkî li ber çavan digirin. Ew lêçûna veguhastinê, metirsiyên hawirdekirinê, lêçûna dabînkirina sermayeyê, pêşbîniyên enflasyonê û nediyariya paşerojê jî li ser hesab dikin.
Ev yek jî dike ku bihayê mûzê bibe nîşaneyek ku ji bihayê fêkiyekî zêdetir e. Bihayê mûzê li navxweyê Îranê gelek caran wekî rapirsiyeke rasterast a li ser asta baweriya bi tumen tê dîtin.
Dibe ku bihayê niha yê dolarî ji me re bêje îro qedirê dolarî çi ye lê bihayê mûzê ji me re dibêje bazirgan pêşbînî dikin ku dê di paşerojê de bihayê dolarî çi bibe.
Êdî gelo ew pêşbînî rast derdikeve yan na, ew mijareke din e. Gelek caran bazar xeletiyan dikin. Tirs dikare wêneyê ji rastiyê mezintir nîşan bide, her wekî ku çawa geşbînî jî dikare heman karî bike.
Lê dema ku kelûpelek li cîhanê bi nêzîkî dolarekê tê firotin û li navxweyê Îranê bihayê wê nêzîkî 300 hezar tumenî ye, peyama bazarê tiştek e ku nayê paşguhkirin.
Teoriya Big Macê
Mentiqê li pişt vê şîroveyê mîna teoriya navdar a Big Macê (cureyekî hamburgerê yê McDonald'sê) ye ku kovara The Economistê sala 1986an belav kiribû.
Ev teorî bihayê heman sandwîçê (Big Mac) li welatên cuda dide ber hev da ku hêza kirînê ya diravên cuda binirxîne.
Li gorî vê yekê, eger em wekî pîvan li ber çavan bigirin ku bihayê Big Macê niha li Amerîkayê nêzîkî 5,79 dolaran e lê bihayê sandwîçeke wekî Big Macê li Hewlêr yan Bexdayê nêzîkî 9 hezar dînarên Îraqî be, wê demê rêjeya guhertina dirav dibe hezar û 554 dînar ji bo dolarekê. Ev yek bi awayekî balkêş rast derdikeve.
Niha yek dolar li bazara dirav a Îraqê nêzîkî wê yekê ye ku di formula Big Macê de bi dest dikeve.
Gelo dê dolar bibe 79 lîre?
Bila em qala lîreyê Tirkî bikin, bihayê sandwîçeke Big Macê li Tirkiyeyê niha 460 lîre ye. Eger em wê li ser 5,79 dolarên Amerîkayê dabeş bikin, wê demê divê yek dolar bibe 79 lîre.
Gelo ev yek nîşan nade ku nirxê rastîn ê yek dolarî li hemberî lîreyê 79 lîre ye, ne ev bihayê niha ye ku 46 lîre ye? Her çi qasî ev jimar ji bo aboriya Tirkiyeyê metirsîdar be jî rayedarên Tirkiyeyê bi xwe jî berdewam pêşbîniya daketina diravê xwe dikin.
Bila em vegerin ser bihayê mûzê yê li Tehranê. Kîloyek mûz li cîhanê nêzîkî dolarekê ye û li bazara Tehranê 300 hezar tumen e.
Li gorî formula Big Macê, divê bihayê yek dolarî nêzîkî 300 hezar tumenî be.
Gelo ev nayê wê wateyê ku pêleke din a daketina bihayê tumen li rê ye? Gelo ev ne nîşaneya wê tirsa mezin e ku li cem bazirgan, şirket û welatiyên Îranê li hemberî têkçûna nirxê diravê wan di çend mehên pêşiya me de heye?
.webp&w=3840&q=75)



