Xwînerê Hêja;
Romana sêyem a van rêzenivîsan, nûxuriya Beliban zu Stolbergê “Zweistromland” e. Pirtûk 208 rûpel û sê beş e.
Beşa pêşîn, wiha dest pê dike; sal 2016 ye. Dîlan û Johan berîya sê mehan zewicine, ji Almanyayê hatine û bûne niştecihê Stenbolê. Dîlan pêgiran e. Ew bi zikê xwe yî giran, her roj diçe ofîsa xwe ya yalê Cihangîrê, wek parêzer dozên bazirganî dixebite. Ew li Almanyayê wek keça dê û bavên Kurd lê bi zimanên Tirkî û Almanî mezin bûye. Li Almanyayê hiqûq xwendiye lewra jî wek parêzer ji bona şirketên Alman-Tirk dixebite. Johan, bi eslê xwe Swedî ye. Wî sînema xwendiye û ji bona rêzefîlma meşhûr a tirkan “Muhteşem Yuzyil”ê dixebite. Di romanê de rasterast navê rêzefîlmê nayê gotin lê gava behsa lîstikavana sereke û siyaseta wê demê dibe, mirov yekser dizane ku behsa çi tê kirin.
Dîlan, li wî bajarê kaotîk, tik û tenê ye. Belê, ew zewicî ye û pêgiran e, lê belê, bala Johan ne li ser wê ye. Johan hema bibêje, di pirtûkê de wek konseptekê, wek xeyalekê yan xeyaletekî heye.
Dîlan mîna karxezaleke tirsonek û tenê, bi gavên bi endîşe li nava bajêr digere. Ew dixwaze bi Johan re biaxive. Ew dixwaze Johan ji wê hez bike. Lê gava ew rû bi rû dibin, mîna du trenên li ser du rêhesînên paralel, di keleka hevdu re derbas dibin lê nikarin destê xwe li hevdu bidin.
Belê, Dîlan keça malbateke Kurd e lê ew yekser nîşaneya “klasîk alamanci” ya koçberên tirk ên Almanyayê ye. Hema bibêje her gava ku Beliban zu Stolberg, behsa bajêr, ajokarên texsîyan, diyalogên navbera mirovan dike, yekser “alamancî” tên bîra xwîner.
Heya beşa dawîn, xwîner fehm nake gelo ew tişta ku Dîlanê dike Kurd çi ye? Bi tenê pêwandiya xwînê dikare kesekê bike Kurd, Alman, Japon hwd.?
Bo nimûne, di rûpela 22an de Dîlan tevli cenazê dêya xwe dibe. Li wê derê, dema behsa zewaca xwe û Johanê Swedî dike, wiha dibêje “Johan nehat cenaze. Wiha çêtir bû, ji ber ku min nedixwest ku bavê min mijara zewac û pêgiraniyê ji wî bibihîze. Ne ku bavê min dê acîz bibe ku min Kurd, Tirk an jî Almanek ne kir lê çûm, bi Swediyekî re zewicîm”
Bibe nebe mirov xwe bi xwe dipirse; madem bavê te Kurdekî polîtîk e, çima wî yê xwe aciz bikira û bigota “Tu çima tirkekî nakî?”
Baş e, bila ew bav, zewaca tirk-kurdan normal bihesibîne, lê wê çima xwe aciz bike û bibêje tu çima bi Almanekî re nazewicî?
Ez bi rastî meraq dikim, gelo endamê kîjan partiya siyasî ya Kurdan, bi kîjan bawerî û îdeolojiyê, dibêje ku bila keça min Tirk an Almanekî re bizewice, lê tu carî destûrê nadim ku Swediyekî re bizewice.
Yanê ji bona bavekî Kurd, a ku zavayê Alman ji zavayê Swedî baştir dike, çi ye?
Gelek nimûneyên bi vî awayî hene ku xwendina pirtûkê zehmet dikin û resenî û bawerkeriya çîrokê dikûjin.
Hîç pêwîst nake ku veşêrim; min ji lehenga pirtûkê, ji Dîlanê hîç hez nekir.
Dîlan wekî jin, dilxuşûşî ye. Ji xwe hez nake. Bala wê ne li ser wê bi xwe, lê li ser Johan e.
Dîlan wekî keça dê-bavên Kurd, hema bibêje nezan e. Haya wê ji bayê felekê tune.
Lê paşê vegeriyam û min ji xwe pirsî; ma gelekî zehmetir nîne ku nivîskar lehengekê wiha antîpatîk biafirîne.
Nexwe, hêsan e ku nivîskar xwe, wek lehenga sereke xeyal bike û wekî zaroka xwe ji vê lehengê hez bike, xisyetên baş bike para wê. Lê Beliban zu Stolbergê wisa nekiriye. Wê lehengeke gelekî antîpatîk ava kiriye.
Yan?
Yan jî, Beliban zu Stolberg nizane gelo Dîlaneke dişibe nivîskar/rojnamevan/şoreşgerên romantîk ên tirk; bo nimûne Ece Temelkuran, bo nimûne Nuray Mert, bo nimûne Ayşe Duzkan ji ber çi sedeman hîç tiştên xweş nayînin bîra gelek Kurdên wekî min.
Sal 2016 ye.
Bajarên Kurdistanê yên wekî Amed-Sûr, Cizîr, Nisêbin, Şirnex, Gever tev de hatin hilweşandin. Bi hûr û gir, pîr û kal, sivîl û şervanan ve gelek mirov hatin kuştin. Bi hezaran Kurdan mal û warên xwe hîştin, koçber û perîşan bûn.
Lê divê neheqiyê li nivîskarê nekim. Wê hewl nedaye ku van bûyeran li gorî îdeolojî an romantîzma xwe biguherîne, nerm bike yan jî veşêre.
Nivîskarê, rastî jî vê mijarê de hedê xwe baş zanibûye û bi tenê, di televîzyonê de çawa temaşe kiribe, kamerayê bûyer çawa û çi qasî nîşan dabe, wê jî ew sehneyên kamerayê vegotine.
Ev yek, biryareke durist e. Ji ber ku, “vegotina êş û trawmaya hinekên din” mijareke pir hesas e.
(Nivîsara meşhûr a Susan Sontagê, Regarding the Pain of Others, bibînin ji bîra xwe.)
Û Dîlana me berê xwe dide Amedê.
Diçe pirtûkxaneya zankoyê da ku di arşîvan de li şopa dê û bavê xwe bigere.
Piştî hindek bûyeran, ew xwe digihîne arşîvan û dibîne ku dê û bavê wê, berê endamên du partiyên cuda yên siyasî bûne. Bavê wê zanko xelas kiriye û bûye parêzer. Dêya wê beriya ku zankoyê biqedîne, ketiye zindanê. Derbeya 1980an qewimî ye. Dê û bavê wê karibûne ku 1981an de ji Tirkiyeyê birevin û berê xwe bidin wî bajarê bakurê Almanyayê.
“The lady in the attic” an jî “Şerma reş a giran”
Di wêjeya İngilîzî de, “xatûna dîn/jina a bedew lê hîsterîk” a ku di banê xênî de dijî, malbat ji wê şerm dike û hewl dide ku hebûna wê veşêre, pir berbelav e. Di vê pirtûkê de jî dema behsa “birayê dîn/ew î divê em behsa wî nekin” tê kirin, yekser heman metafor tê bikaranin.
Ji destpêka romanê pê ve, em dizanin ku di vê malbatê de dengê tirs û xwekerkirinê ji dengê malbatbûn, hevdufehmkirin û hevduhezkirinê gelekî bilindtir e. Bav, li bankayê dixebite. Dayik li malê xwarinan çê dike. Li qatê jorîn/banê malê “birayek” dijî. Behsa vî birayî çend caran bi awayekî nîv-qaçaxî tê kirin. Mirov baş fehm nake gelo ev bira, nexweş e an problemên wî yên derûnî hene. Dîlan, di nav malê de rêya xwe bi birayê xwe vediguhêze. Naxwaze ew rastî hevdu bên.
Bavê Dîlanê, wek parezvanê vê bêdengî û rêveguhestinê tevdigere. Ew her tim Dîlanê re dibêje ku dêya te jixwe nebaş e, lewma jî pirsan meke, hewl mede ku derbarê tiştên qedexe de bêtir bizanibî.
Lê ji xwîner re ti carî baş nayê ravekirin gelo dêya wê çima ne baş e. Em bi tenê dizanin ku tiştekî tabû heye, çi be bila be, divê ew tişt bê parastin.
Heya beşa dawîn ev tansîyon her zêdetir dibe.
Di vê beşa dawîn de, mijareke herî tabû, herî zehmet ji nişkê ve tê vekirin.
Di zîndanê de şkence li dêya wê tê kirin û tecawizî tê kirin. Ew pêgiran dibe. Girtiyan dest bi girtina rojiya mirinê kiriye. Ew jî tevli van çalakiyan dibe. Ji îndanê difilite, lê zarokê zikê wê de êdî ne tendurist e. Wan berê xwe daye Almanyayê, dest bi jiyaneke nû kiriye. Ew zarok wek zarokê xwe qebûl kirine-an jî xwestine ku qebul bikin. Lê ev yek, her wekî sirekê hatiye parastin.
Lê êdî, dayik mirî ye. Dîlan, bi zikê xwe yî giran li Amedê ye. Ew berê xwe dide gundê xatiya xwe.
Ev beşa dîsa bi gelek sembolan bi hevdu hatiye hûnandin. Çemê Feratê dikişe, yanê Dîlan êdî ji wî cih û warê teng î înkarkirinê derketiye. Ew êdî tevli hêrika sirûştî bûye. Heya, dema xatiya wê serê wê dişo, qirêja laşê wê dikişe diçe û ew dibêje “Ez li Kurdistanê me” em dizanin ku êdî hewce nake ku ew metafora şermê/birayê bi tecawizê hatiye dinyayê bê veşartin.
Roman wiha diqede.
Dayik dimire. Şerm diqede.
Dîsa metaforeke gelekî berbelav; heya mirin nebe, şerm naqede.
Lê di serê min de pirseke giran;
Bera, ew sazî dezgehên partîya navendî ya Kurdan, ku hêza wan a aborî û însanî ji hêza gelek dewletên cihanê zêdetir e; heya niha ji bona tedawî, rehabilitasyon, xebat û arşîvên van cure bobelatan tiştek kiriye û min nedîtiye?
Heya ku ev berpirsiyariya girîng ji aliyê sazî-dezgehan ve neyê hilgirtin, em dê her li bendê bin ku mirin, şermê bikuje.
Lê wekî Gisele Pelicotê jî gotibû “Divê şerm alî biguherîne!” Yanê divê ew sucên li hemberî me hemûyan, li hemberî Kurdbûn û jinbûna me hatine kirin bên eşkerekirin, navên sucdaran bên eşkerekirin, ew îdeolojî û hêzên li pişt tecawiz, şkence û talanê bên eşkerekirin da ku şerm alî biguherîne. Da ku dêya Dîlanê şerm neke. Tecawizkar şerm bikin!
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
