Çîvanok an jî zûgotinok ji hêmanên girîng ên zimanê Kurdî ne. Wekî ku di gelek zimanên din ên cîhanê de hene, di zimanê Kurdî de jî çîvanok bi gelemperî têne bikaranîn. Ev taybetmendî dewlemendiya zimanê me nîşan dide û di parastin û pêşxistina wî de roleke girîng dileyîze. Di nav çîvanokan de gelek peyv, têgihiştin û şêwazên axaftinê hene ku ji nifşekî bo nifşekî din hatine veguhastin.
Çîvanok ne tenê ji bo şahî, kêf û demborandinê ne, ew her wiha amûreke baş a ji bo rastaxaftin û xweşaxaftinê ne. Dema ku kes çîvanokan dixwîne û ducare dike, zimanê wî zêdetir xurt dibe û dikare peyvan bi awayekî rast û zelal bilêv bike. Ji ber vê yekê gelek netewe çîvanokan wekî rêbazeke ji bo fêrkirina zimanê zarokan û ciwanan bi kar tînin.
Ji aliyê zanyarî ve jî gelek sûdên girîng ên çîvanokan hene. Ew alîkariyê bi pêşveçûna mêjî dike, bîrkirinê xurt dike û bala mirovî zêde dike. Her wiha kesan fêr dike ku peyvan bi lez û bê şaşî bilêv bikin. Ev jî hêza vegotinê, şîrovekirinê û ragihandina ramanan bi pêş dixe.
Di civakê de wêje, helbest, çîrok û çîvanok hemû rêyên parastina zimanê neteweyî ne. Ger em bixwazin zimanê Kurdî berdewam geş bibe û dewlemend bimîne, divê em van nirxan biparêzin û ji wan sûdê wergirin. Çîvanok bi şêwazekî hêsan û kêfxweş, hem fêrkirinê û hem jî pêşxistina zimanê me pêk tîne.
Di encamê de, çîvanok beşeke girîng a çanda û zimanê Kurdî ne. Ew ne tenê amûreke ji bo şahî û kêfê ne, her wiha rêyeke bi bandor e ji bo rastaxaftin, pêşxistina mêjî û dewlemendkirina zimanê Kurdî ne. Ji ber vê yekê divê em çîvanokan bixwînin, fêr bibin û ji bo nifşên pêşerojê biparêzin.
Hin Çîvanokên Kurdî
1. Kurm qurm kul kir
2. Heft teşt mist nîsk
3. Rûvî li rê zivirî, rê li rûvî zivirî
4. Min pişk û mişkê di kolê de. Min pişk xwar, mişk ma tê de.
5. Sêv gindirî min sêv xwar, gû gindirî min sêv xwar.
6. Ez çûm çiyayê şerzê, şeş pez kuştim bi rêzê, tirrb, ez im kurê şeşpezkujê.
7. Şîva sofî sîso şîş in.
8. Ez çûme şirîşansê, şeş seyê şeroyê şirîşansî hebûn, her şeş seyê şeroyê şirîşansî şer dikirin, şer şerê şeş seyê şeroyê şirîşansî bû.
9. Çîrokê, çiçvanokê, golga xanê, çû meydanê, ez kuncî, tu kuncî, ser textikê birincî, ez firîm tu mayî cî.
10. Mast dibe çeqilmast, çeqilmast nabe mast, mast xweştir e ji çeqilmast.
11. Hîvê hîvê zengilzîvê, diya min gilora şîr petîye, gazî kurê mîr kirîye, para min bîr kirîye.
12. Konê me (bi) qîrê ve, qîr (bi) konê me ve.
13. Remo remo respî, çû ser darê reqisî.
14. Sê selêk bi avê de tên, yek mû, yek tû, yek gû. Bi desta çûm mû, bi devî çûm tû, bi piya çûm gû.
15. Darê min qul, darê bavê min qul, darê min di qula darê bavê min de.
16. Givîj û vîjik li rastê bû, min givij xwar, vijik ma.
17. Min tiliya xwe da qijikê, got “qij.” Qijikê berê xwe da min, min got “qij.”
18. Çêçik û kûçik di malê de. Çêçik firiya, min çêçik xwar. Kûçik firiya, min çêçik xwar.
19. Ez çûm ber çem min du sing anîn, min yek kuta kadîna kayê, min yek jî da destê dayê.
20. Ez çûm nav rez, min dît hirçek tê de ye, vêca me xwe avêt hev: min rît wê xwar, wê rît wê xwar…
21. Derziya min qul, derziya te qul, derziya te di qula derziya min de.
22. Fêsê fêsasê bê dînê bê kirasê heqlîn deqlîn çerik çumul bisk û umil lolê yasîn gurçik.
23. Şemo şemo, sê sêşeman, sê şo sabûn şabaş daye.
24. Şîv kundir, paşîv kundir, ez a rindtir naxwim kundir.
25. Ya Alah ya Xwedê, melê baz da ser medê, bi qewl û resûlê Xwedê.
26. Ez çûm mala Mele Remezan, min got bûka mala Mele Remezan, kanî mera mala Mele Remezan.
27. Ez û karî li min bû tarî, ez û qîvar li min bû êvar, ez û kereng li min bû dereng.
28. Rovî rovî rovî bi rindik, serê dûvê rovî kincik…
29. Havîn hat tişt û mişt, payîz hat li ser rûnişt, zivistanê got ka, te ji min ra çi hişt.
30. Tû û gû di kevçî de, min tû xwar gû ma di kevçî de.
31. Ez çûme mala Sofî Şerîf, hate min sayê sor ê Sofî Şerîf…
32. Ez çûme mala Mele Remo, min gote jina Mele Remo, ka mera mala Mele Remo.
TEBÎNÎ: Ev nivîs bi tevahî ji lêkolînên li qadê yên Mehmet GUR pêk tê. Nabe bêyî destûra nivîskêr û Tora Medyayî ya Rûdawê li cihekî din were weşandin û belavkirin.



