Sibeha roja pêncşemê 7ê Gulana 2026an e, ez li Dadgeha Resafeyê ya li Bexdayê me. Min zilamek dît ku ne wekî berê bû. Ew ne ew zilamê bejndirêj, zexm û bi por ê metirsîdar bû. Tirsa darizandinê û wan çîrokên ku di nav hêrsê de dihatin gotin ew lawaz û çilmisî kiribû. Ew di korîdora teng re birin jûra libendemayînê ku darizandin dest pê bike.
7ê Gulana 2026an li Dadgeha Temyîzê ya Resafeyê ya li Bexdayê rûniştineke dîrokî hat kirin. Qurbaniyên êrişên Enfalê û celadekî wan. Birîn û kêr. Qamçî û xetên êşê. Rojan lîstik berovajî kiribû. Rizgar Şemzîn Elî ji min re got, “Xwezî dadger destûr dabûya ku ez li nav dadgehê kiryareke Ecac ducare bikim, çokên xwe deynim ser milên wî û jê bipirsim: Te çima ew keç birin jûra xwe û te destdirêjî li wan kir?”
Derbasbûna Ecac Ehmed Herdan Tikritî wekî reşandina xwê ya li ser birînan bû. Vê yekê di nav şahid û gilîdarên Enfalê de aloziyek çêkir. Parêzerên Kurd hewl dida wan aram bikin û digot, “Hûn dê hemû wî bibînin, ew dê li ber we raweste.” Ev yek tam 40 xulek berî destpêkirina rûniştina dadgehê bû. Ji ber biçûkbûna holê û zêdebûna gilîdaran darizandin saet 10an dest pê kir.
Ecac bi şermezarî û zîletbariyê li şahidan nihêrî. Soran Ebdullahê ku birîna serê xwe anîbû Bexdayê da ku nîşanî dadger bide got, “Wî xwe kiriye wekî mirovên bêçare, ew dê hinekî din ava tal a kiryarên xwe yên hovane vexwe.”
Dîtina Ecac a ji bo çend çirkeyan bû sedema qerebalixiyeke zêde. Her kesî ji vê zîletbariya Ecac ji bo çîroka xwe teseliyek peyda dikir. Rizgar Şemzîn got, “Lîstik berovajî bûye, 8 mehên temam min li Nugreselmanê xwe ji Ecac vedişart, niha Ecac xwe ji min vedişêre!”
Salon biçûk e. Dadgerek, hejmarek lêkolînerên dadî, sê parêzerên Kurd û parêzereke jin a ku tu xalên bihêz ji bo parastina Ecac di destê wê de nînin bi kincên parêzeriyê rawestiyane. Li navenda holê qefesek ji bo tohmetbar hatiye danîn û Ecac bi kincên zer tê de rawestiyaye. Şahid û gilîdarên Enfalê ji Xurmatû, Çemçemal, Helebce, Qeredax, Deşta Koyeyê û Balîsanê hatine. Her yek ji wan girtiyê êşa çîrokekê ye û zilamê di nav qefesê de jî girtiyê hemû çîrokan e. Di nav de bi hezaran çîrokên ku şansê wan tune bû bigihin Bexdayê.
Rûniştina dadgehê bi bangkirina Fezîle Mihemed Mehmûdê dest pê kir lê Fezîle piştî ku sond xwar nexwest biaxive û got, “Birêz dadger, ez dixwazim di rewşeke bi temamî nihênî de li hemberî tohmetbar biaxivim çimkî ez dixwazim navên di nav çîroka min de bên parastin.”
Dadger bangî Rizgar Şemzîn Elî kir. Rizgar jiyaneke pir zehmet li Nugreselmanê derbas kiribû. Wî li hemberî Ecac ji dadger re got, “Me ji destê vî zilamî gelek rezalet dît lê destdirêjiyên cinsî yên vî zilamî ez bêhtir xemgîn kirim.” Dadger çend caran pirsî, “Te bi çavên xwe destdirêjî dît?” Rizgar dîtin wiha qal kir: “Birêz dadger, çend keçên ku diyar bû nû anîbûn Nugreselmanê bi awayekî gilover rûniştibûn, pir rind û şermok bûn û serên wan xwar bû. Çend polîsên ku Ecac şandibûn hatin da ku yên rind hilbijêrin. Polîs çûn û paşê bi Ecac re vegeriyan. Ecac çokên xwe danî ser milê yekê ji wan û paşê du keç bi xwe re birin.”
Dadger: Min got te bi xwe dît?
Rizgar: Belê min bi xwe dît.
Wê gavê Ecac li Rizgar nihêrî û paşê serê xwe ber bi aliyê çepê ve zivirand.
Dadger: Wî li hemberî we wekî din çi kir?
Rizgar: Li wir peydakirina ava vexwarinê pir zehmet bû. Vî zilamî aveke wekî jehrê tal dida me û dixwest me bi tîbûnê bikuje.
Ez ji sala 2006an ve derdeseriyên van qurbaniyên Enfalê dinivîsim. Ecacê di nav çîrokan de ji dûriya bi sedan kîlometreyan ji bo min jî bûbû kabûsek. Eger dadger destûra pirsekê bida min min dê jê bipirsiya: “Bi rastî te çawa wext dît ku tu ew qas zilm û zordariyê bikî?”
Saet 07:30î sibeh e Reze Hesen Marifê kalê ku ji gundê Celemordê hatibû Bexdayê di hewşa dadgehê de ji min re got: “Piraniya hevalên min ên ku ji Nugreselmanê vegeriyan mirazê dîtina Ecac birin bin axê lê ez diçim wî bibînim û heq û hesaba xwe pê re bikim.”
“Vî zilamî çi li te kir?” Mam Reze bersiva dadger da û bîranînên wî zindî bûn: “Bi pêlavên xwe serê min dixist nav ava qirêj da ku ez vexwim.”
Wî dîtin zelaltir kir û got, em tî bûn û av tune bû. Ji jûra Ecac ava qirêj a sabûnê û firaqşûştinê dihat derve, wî jî bi pêlavên xwe serê me dixist nav wê ava qirêj da ku em vexwin.
Dadger: Çima wî wiha li we dikir?
Mam Reze: Ji ber ku em Kurd bûn.
Wî yek bi yek navên zarokên xwe yên ku li Nugreselmanê bûn û yên ku mirin ji dadger re gotin. Dadger jê pirsî, we miriyên xwe çawa vedişartin?
Li wir bêrek hebû, me hinekî erd dikola û me ew dixistin bin axê, piştî me kûçikan ew dixwarin.
Heta ku dadger kesên din bang bike Ecac bêhtir tengav û melûl dibe. Ew li aliyê xwe yê çepê li parêzera xwe Şehd Mihemedê dinêre ku diyar e perçiqên agirê çîrokan kaxezên parastina wê jî şewitandine. Şehd Mihemed nikare parastina Ecac bike.
Şehd Mihemed li derveyî dadgehê bi min re axivî. Min jê pirsî te çawa parastina zilamekî ku birêvebirê girtîgeha herî bi navûdeng a dîroka Îraqê ye qebûl kir? Wê bi nermî bersiv da: “Malbata Ecac ji min xwest.”
Malbata Ecac hêviya wan bi te hebû?
Na, wan wisa bawer dikir ku zehmet e ew ji vê dosyeyê rizgar bibe lê Ecac bi xwe ji min re got ku wî di bin şkenceyê de gotiye wî xelk birçî kiriye û ev yek bi rapora bijîşkî hatiye piştrastkirin.
Ji kerema xwe Şehd Mihemed ji min re bêje, berî darizandinê Ecac çi ji te re got?
Got pileya min a leşkerî mulayîm bû ne raîd û gelekî zêde behsa desthilata min hatiye kirin û navê min hatiye reşkirin.
Şehd Mihemedê bi hêvî got, dibe ku gotinên hinek şahidan pûç bibin çimkî ew dibêjin "Heccaj" lê navê wî Ecac e. Hevkarê min Elî Caf jê re rave kir ku li hinek herêmên Kurdistanê tîpa (E) wekî (H) tê bilêvkirin.
Lê di rûniştina ewil de te tenê carekê xeber da ku wê jî ti tişt neguherand, ji min re bêje xaleke bihêz di dosyeya Ecac de çi ye?
Telefona wê lê da û hinekî dûr ket. Diyar bû ku malbata Ecac agahiyên nû ji Şehd Mihemedê dixwazin.
Ez bi hûrgilî li Ecac dinêrim. Ew zilamê ku bi sedan kesên di nav goran de jî li benda wî ne ku li dadgeha cîhana din pêsîra wî bigirin. Ew ên ku dawiya çîroka wan kûçikek e ku li wî çola bêdawî goştê termên wan dixwe!
Ser û rihên wî spî bûne, nihêrînên xwe yên lava dikin dibe ser rûyê wan kesên ku li ser laşê her yekî ji wan şopa dilreqî û çewisandinê hiştiye. Ew lawaz bûye û qurmiçên rûyê wî wî wekî zilamekî nêzîkî 70 salî nîşan didin. Ev ew Ecac e ku Emîn Semîn bi hesreta dîtina wî bû.
Ez behsa Emîn Semîn bikim. Dawiya havîna 2010an min ew li xirbeyeke nûkirî ya Ezîz Qadir dît. Serumek bi destê wî ve bû. Ew bi nexweşiyeke giran a demdirêj ketibû. Nexweşiya windakirina hemû malbata xwe. Emîn her tim dixwest Ecac bibîne lê mirinê destûr neda û wefat kir.
Ecacek hebû ku ji bo kêfa xwe alkol dida zarokan. Pitik dikuştin, kal û pîr daliqandin, destdirêjî li keç û jinan dikir. Lê vê carê roleke wî ya din heye. Bi serxwarî û bêçaretiya di nav qefesê de dixwaze ji me re bêje ku ew keleha ku Îraq ditirsand niha ji hestiyan ditirse!
“Li min binêre Ecac... li min binêre Ecac.” Eta Îbrahîm Ebdulqadir bi israr bû ku di rûyê tohmetbar de çirkeya dawî ya girtina çavên xwişka xwe Sahîreyê bîne bîra xwe. Dadger ji Ecac re got: “Lê binêre.” Eta got: “Min 7 kes winda kirin û xwişka min Sahîre li wir mir. Ev celad bû, kûçikan termên wan xwar.” Ecac nekarî zêdetir lê binêre û rûyê xwe zivirand. Eta got: “Ez nefretê ji Beasiyan dikim û ev Beasî bû.”
Nugreselman girtîgeha dawî û kelehe herî nêzîkî gorên bikom ên li çolên Semawayê bû.
Di wê korîdorê de dema em li benda destpêkirina rûniştinê bûn Soran Ebdullah Hecî ji min re got: “Ji bo me jî gor hatibûn amadekirin, diviyabû em bihatana gulebarankirin û ax bi ser me de bikirana lê çarenivîsa me ne gor bûn.”
“Birêz dadger ez wê demê 13 salî bûm, şev li holê razabûm û dema xewê bû. Min nizanîbû Ecac li serê min e, dema ez liviyam bi postalan şehtek li serê min xist û serê min li vir teqiya, belê wî kabrayî wiha li min kir.”
Soran 7 meh û 8 rojên tijî êş li wir derbas kirine. “Bila li min binêre birêz dadger.” Dema Ecac bi fermana dadger lê nihêrî wî got: “Tenê ava pîs û semûna hişk dida me, ez bi bîr tînim ku zêdetirî 10 kesan mirin û li wir xistin bin axê.”
Piştî bi dawîbûna rûniştina nihênî ya dadger, Fezîle û Ecac ku parêzer jî hatibûn derxistin min ji Fezîleyê pirsî te çima daxwaza rewşeke nihênî kir?
“Hinek destdirêjiyên hovane yên Ecac hebûn ku diviyabû ez navên qurbaniyan biparêzim. Min ji Ecac re jî got ku divê heta dawiyê li min binêre.”
Fezîle qurbaniyeke cuda ye. Di wêrekiyê û hûrgiliyan de mîna wan qurbaniyan e ku li ser komkujiyên Bosna û Polonyayê ji min re axivîbûn. Bila ev ji bo belgefîlma me bimîne ku diyar dibe Fezîleyê çi wêrekiyek ji êşa dilê xwe derxistiye.
Ew Helebceyiyên ku piştî kîmyabarana bajarê xwe koçberî Îranê bûbûn û bi xapandina efûya Sedam Hisên vegeriyan hatin girtin û şandin Nugreselmanê. Dadger bi dengekî bilind ji dergevan re got bila Elî Arif were hundir.
“Birçîbûn û nexweşiya çavên kûr gelek kes kuştin, vî Ecacî bi kabloyekî mamê min kuşt ku navê wî Allahkerem bû.”
Dadger: Raweste, te got navê wî Allahkerem bû?!
Elî: Belê.
Nîqaşa ji bo fêmkirina dadger dirêj kir. Ew şaş mabû ku çawa dibe navê kesekî bi navê Xwedê be. Lê Elî li derveyî dadgehê ji min re got, eger tu bizanî Ecac çi aniye serê dayîk û kurekî tu dê nekarî li ber xwe bidî. “Min nêkarî li wir qal bikim, kurik daxwaza wan qebûl nekir û ew kuştin lê dayîk ma.”
Rûyê Ecac ew tişt e ku hemû şahidan pêdivî pê heye! Hemû daxwaz dikin ku ew lê binêre. Dibe ku rûyê lawaz û mirî yê celad hinekî barê laşê wan ê westiyayî sivik bike. Niştimanê jî ev dixwest, nihêrîna Ecac.
Niştiman Elî Xurşîdê got: “Dayîka min di hembêza xwe de şîr dida birayê min ê biçûk û wê gavê Ecac hat, kablo li rûyê birayê min xist û çal kir, paşê kablo li xist pêsîra dayîka min xist û piştî salan êşa pêsîra wê bû şêrpence û niha dermanê şêrpenceyê dixwe.”
Ew hembêzên ku Ecac kirine wargehê mirina zarokan gelek in. Selme Mihemed Robîtana 64 salî dema şîr dida zarokê xwe bi qamçiyê Ecac malwêran bûye.
Dadger: Zarokê te wê gavê mir?
Selme: Na, roja din.
Ew pirsên ku dadger pir caran ji şahidan dipirsîn li ser şkenceyên Ecac, destdirêjiya cinsî, çawaniya veşartin û binaxkirina terman bûn. 26 kesan şahidiya xwe da û hol bi serboriyên xwînî û dîmenên karesatbar tije kirin. Her kes li benda heman cezayê Elî Hesen Mecîd û Sedam Hisên bûn lê dadger ragihand ku “biryara dawî ya rûniştinê ji bo hefteya bê hat bipaşxistin.”
Ev rûniştin di çarçoveya giştî de pêvajoyeke dadgerî ne û wiha dikin ku qurbanî hinekî rihet bibin lê ji wan kelepçeyên ku dewletê xistiye destê Ecac girîngtir ew e ku pergalên siyasî rê nedin Ecacekî din çêbibe.
Dema derketina ji Dadgeha Temyîzê ya Resafeyê her kesî cureyekî mirinê ji bo Ecac pêşniyar dikir. Yekî digot bila were şewitandin û yekî din digot bila vegere Nugreselmanê û li wir were daliqandin. Lê parêzer Eyad Kakeyî tiştekî din ji wan re got: “Eger neyê daliqandin jî asayî ye, bila di jûra xwe ya yekkesî de hemû jiyana xwe bi fikirîna li mirinê biqedîne.”
