George Orwell: "Di serdemên xapandina gerdûnî de, gotina rastiyê dibe kirdarîyeke şoreşgerî."
Demeke dirêj e ku ez li ser vê mijara stratejîk û çarenûssaz dihizirim: Pêvajoya "Erebkirina Nû" ya Kurdistanê, bandorên asîmîlasyonê yên tûrîzm û niştecihbûna bêserûber, û xetereya firotina erd û milkên pîroz ji biyanîyan re.
Mixabin, roj bi roj erdnîgariya Kurdistanê rûbirûyî asîmîlasyoneke nû dibe, struktura wê ya demografîk tê guhertin û xewna Kurdistana serbixwe ber bi asoyên dûr ve diçe. Koçberên ji naverast û başûrê Îraqê berê xwe dane herêmên me; ev herikîn ne tenê hevsengiya demografîk têk dide, belku ekolojî û xwezaya welatê me jî rûbirûyî gemariyeke sîstematîk dike.
Gelê kurd li ser xaka xwe ya bav û kalan ber bi statûya kêmnetewebûnê ve diçe û êdî ketiye pozîsyona parastineke pasîf. Zimanê Erebî li seranserê kolanên me serdest dibe, hejmara niştecihên biyanî bi awayekî bêserûber zêde dibe û reftarên wan ên êrişkar roj bi roj berçavtir dibin.
Ev rastî bi zelalî derket holê; wek mînak, dema ciwanên birûmet ên Kelarê ji bo parastina rûmeta jîngeha Kurdistanê rabûn ser pêyan, û ciwanên Hewlêrê dema ku li dijî provokasyonên şofînîst ên Ereban û bilindkirina alên Îraqê derketin serhildanê. Bêguman, dagirkerên Kurdistanê vê karesatê bi plansaziyeke stratejîk û bi piştgiriya rasterast a hikûmeta navendî ya Bexdayê û hin paytextên din bi rê ve dibin. Ev hemû trajedî li ber çavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê diqewimin, bêyî ku saziyên biryardar gaveke ciddî û qanûnî bavêjin da ku pêşiya vê xwekuştina neteweyî bigirin, sînorekî ji bo vê şepola koçberiyê deynin û firoşkarên navxweyî ceza bikin.
Siyaseta paşguhkirinê û têkçûna hişmendiyê
Hikûmeta Kurdistanê û saziyên civaka sivîl berpirsiyar in ku ruhê niştimanperweriyê di nav kûrahiya civakê de belav bikin û piştgiriya kesên xwedî hestên neteweyî bikin. Lê mixabin, îro em rûbirûyî paradoksekê ne: Ew ciwanên Kurd ên ku berevaniyê di ber pîroziyên Kurdistanê, alaya rengîn û nirxên neteweyî de dikin, tên girtin, cezakirin û peravêzkirin.
Ev karesat êdî ne tenê di asta metropolên mîna Hewlêr, Silêmanî û Dihokê de ye, belku daketiye asta gund û herêmên piçûk. Îro li Kurdistanê ti qad nemane ku asîmîlasyona demografîk lê nehatibe sepandin. Di salên 80yî de li Başûrê Kurdistanê, ji bilî serbaz û karmendên dewletê yên rejîma Baasê, ti malbatên Ereb li herêmên me nedihatin dîtin. Lê îro rewş veguheriye karesateke mezin a jiyanî û demografîk.
Ji bo qezancên aborî û bazirganiya qirêj, hinek alî amade ne her cûre bêrêziyê li hember milet û niştimanê xwe bikin. Di vê sîstema kapîtalîst a herêmî de, kesayetiya Kurdan hatiye daxistin û mirovê Kurd ê xwediye hişmendiya neteweyî nehatiye avakirin. Her kesê ku li ser vê xakê ji dayik bibe, nayê wê wateyê ku rûmeta Kurdistanîbûnê diparêze, mînaka vê ya herî berçav jî hebûna xiniz û dijminên navxweyî ye.
Mînakên Serbilindiyê: Harda, Namo û Agîd
Lê belê li dijî vê tarîtiya ramyarî, stêrkên me yên geş û ronîdar jî hene. Werzişvanê kurd Harda Karîm mînakeke zindî ya rûmeta neteweyî ye, dema ku alaay Kurdistanê hat qedexekirin, wî ev serşorî qebûl nekir û di dema pêşbaziya medyayî de, alaya Îraqê veşart û helwesteke dîrokî nîşan da.
Namo Fazil mînakeke din a vê zindîbûnê ye. Ew qîrîna kûr a ku ji dilê wî yê birîndar derdiket û ew êşa di qirika wî ya xeniqî de mabû, wekî bangeke hişyariyê gihîşt ber guhên me. Wî li ser dika navneteweyî bi performanseke mezin û bi rûmet got:
“Ez ne Ereb im, ne Îranî û ne jî Tirk im. Ne tenê ez dibêjim lê dîrok vê rastiyê disepîne ku ez Kurd û Kurdistanî me.”
Ev helwest pir bilindtir û pîroztir bû ji kurdbûna sexte û lîstikên siyasî yên durû. Em bi kesên mîna Harda Karîm, Namo Fazil û Agîd Kabayel serbilind û serfiraz in.
Sedemên Paşketinê: Koloniyalîzma Navxweyî û Korbûna Îdeolojîk
Tiştê ku her tim doza Kurd li paş hiştiye, ne tenê planên dagirkerên derve, belku hebûna amûrên wan ên navxweyî ye. Berê ew kes vedişartîbûn û wan nediwêra di nav milet de rûyê xwe nîşan bidin lê îro bi bêşermî firoşkarî û bêrûmetiya xwe wekî "modernîzm û azadiya bîr û baweriyê" pênase dikin. Dagirkeran her tim ji bo me kuştin, enfal û wêranî anîne lê sedema herî mezin a lawaziya me, xweperestî, nexwendina dîrokê, nebûna plansaziya stratejîk û nefêmkirina ramyariya kûradûr a siyasetmedarên me ye.
Siyasetmedarekî xwedî vîzyon gelê xwe şiyar dike da ku qet dîroka xwe ji bîr neke. Lê wey li wan kesên ku bi komkirina sermayeya heram û neteweperestiya populîst gelê xwe nezan û bêagah hiştin, da ku ew di xewa nezaniyê de binalin û ji nasnameya xwe dûr bikevin. Rewşenbîrekî ku mûçeyê xwe ji sîstema desthilatdariya serdest werdigire, ne mimkûn e ku bibe pênûsa rastiyê. Wekî ku zanyarê navdar Noam Chomsky dibêje:
"Felsefe îro bûye lîstikek zimanî, û ez bawer nakim ku dema mirovahî dişewite, divê meriv lîstikan bilîze."
Li vir rûmeta Kurdistanê tê şewitandin lê hinek bêwijdan bi derew û demagojiyan dixwazin Kurdan bixapînin û wan bikin êzingê agirê stratejiyên dijmin. Lê kesên mîna Hardayê qehreman naşewitin, ew dişewitînin.
Ez dizanim ku gelek heqaret li Harda Karîm hatin kirin lê dema ku dagirker heqaretê li wî dikin, ev ji bo wî nîşaneya rûmetê ye. Erê, her çend ew di bin şerekî psîkolojîk ê dijwar de ma û gef lê hatin xwarin jî wî rûmeta Kurdistanê nefirot. Dema dijmin ji reftara Kurdekî aciz bibe, bizane wî karekî pîroz kiriye û dema pesnê wî bide, bizane wî rûmeta xwe firotiye! Harda Karîm peyama Kurdan ji her kesî çêtir gihand cîhanê. Em Kurd in û em dê ti carî nebin perçeyeke ji nasnameyên asîmîlator.
Karesata dagirkirina bi rêya aboriyê (Erebkirina spî)
Hebûna girseyî ya Ereban û vekirina dibistanên bi zimanê Erebî, du stûnên sereke yên asîmîlasyona nûjen in. Ev pêvajo, ku bi kirîna milk û xaniyan dest pê ketiye, ber bi guhertineke tam a demografîk û jeopolîtîk ve diçe. Divê sînorekî tund ji bo geştiyariya bêsînor û kirîna milk a bêserûber li Kurdistanê bêt danîn ji ber ku qezanca vê tenê ji bo çend sermayedarên çavbirçî ye lê di pêşerojê de ew ê jîngeheke wêrankirî û xetereyeke ewlehiyê ji bo me bihêle.
Lawazbûna hişmendiya Kurdî û hebûna partiyên ku li dijî berjewendiyên Kurdistanê ne, derfetê dide dijminan. Ne hewce ye mirov bibe pisporekî mezin da ku daxuyaniyên nakok ên serkirdeyên me binirxîne:
● Mesrûr Barzanî dibêje: "Ez herêma zer û kesk nas nakim, her tişt Kurdistan e."
● Bafil Talebanî dibêje: "Êdî Kurdistan tune ye, du rêveberî hene."
Bajarên Kurdistanê bi rêya aboriyê ji aliyê Ereban ve bere bere tên dagirkirin. Tiştê herî metirsîdar ew e ku hikûmetê destûr daye ku xanî, apartman û erdên stratejîk li Hewlêr û Silêmaniyê li ser navê biyaniyan bên qeydkirin. Ger Ereban di demên borî de nekarîbûn bi zorê û çekan Kurdistanê dagir bikin, îro bi rêya pereyan û bi alîkariya bazirganên siyasî bajarên me ji me dikirin. Divê em ji bîr neken ku ev heman hişmendî ye ku bi hezaran jin û zarokên Kurd di pêvajoya Enfalê de bi saxî avetin bin axê.
Rêgirtina li korbûna îdeolojîk
Berjewendiyên cîhanê li derekê digihêjin berjewendiyên Kurdan lê du astengiyên herî mezin li pêşiya ronesansa Kurdistanê hene: îdeolojiya sexte û radîkalîzma olî. Bêguman, mirov dikare hiş û wijdanê xwe azad bihêle û bi dîtina îdeolojiyê wekî amûrekê (ne wekî armancê), xwe ji vê dafika gerdûnî rizgar bike.
Ev yek hewce dike ku mirov bibe "takekesekî hişyar", nasnameyeke resen li derveyî çarçoveyên dogmatîk ava bike û bikaribe bersiveke felsefî bide pirsa: "Ez kî me wekî Kurd û ez dixwazim ber bi ku ve herim?"
Her kesê ku bikaribe ramanên xwe bixe jêr pirsyariyê, biryarên hişmend bide, berpirsiyariyên xwe hilgire ser xwe û nirxên xwe bi serbixwe diyar bike, wî demî ew dikare xwe ji korbûna îdeolojîk dûr bixe. Gotina rastiya wijdanê nayê wateya rastiya felsefî ya wê dîtinê; ew “rastî” dikare nêzîk yan dûrî heqîqetê be. Serhişkî mirov dike beşek ji keriyê, wî/wê nake takekes.
Pêşniyar û Rêçareyên Stratejîk
1. Astengkirina Projeyên Bazirganî: Divê komîsyoneke neteweyî û akademîk a bilind bê avakirin da ku projeyên xanî û bazirganiyê yên ku li dijî stratejiya neteweyî ya Kurdistanê ne, yekser werin rawestandin.
2. Kaxiza Bêbiha (Destûr): Guhertina demografiya Kurdistanê nayê qebûlkirin. Kesên ku xwe dispêrin destûra Îraqê şaşiyeke dîrokî dikin. Destûra bingehîn a Îraqê dema ku mijar dibe mafê Kurdan, kaxezeke bêbiha ye. Çi hat serê Maddeya 140? Çima dema ku dor tê ser mafên ereban, siyasetmedarên kurd xwe dispêrin wê destûra naylonî?
3. Cezakirina Bêrêziyê: Kesên ku bêrêzî û sûkayetî bi navê Kurdistanê bikin, jîngeha wê dilewitînin û dijminatiyê nîşan didin, divê yekser ji herêmê bên derxistin.
4. Parastina Welat: Ji ber ku Kurdistan hîn nebûye dewlet, divê firotina erd û milk ji bo neteweyên din ên ne kurdistanî bi tundî û bi qanûnî were qedexekirin.
5. Serweriya Zimanê Kurdî: Li hemû avahî, seyrangeh, dikan û qadên geştyariyê, divê tabloyên reklam û agahdariyê di rêza yekem de bi zimanê Kurdî bin. Karker û karmend jî divê mecbûr bin ku bi zimanê Kurdî biaxivin, zimanê me divê bibe zimanê serdest û fermî yê bazarê.
6. Serbixwebûna Aborî: Aboriya Kurdistanê gerek serbixwe be û sîstema mûçeyan bi Bexdayê ve neyê girêdan. Erê, Bexda û hemû dagirker dijî vê yekê ne lê gerek êdî ev lîstika mûçeyan were rawestandin. Ev pirsgirêk tenê bi piştgiriya hêzên mezin û dostên navneteweyî yên Kurdan dikare bê çareserkirin. Paşeroja Kurdistanê bi vê xala aborî ve girêdayî ye.
Sedam Husên bi çekên kîmyewî nekarî strukturê Kurdistanê têk bibe lê mixabin îro piraniya berjewendîperestên navxweyî ji bo berîka xwe nîvê Kurdistanê li ser Ereban qeyd kirin.
· Erê ji bo Kurdbûneke bi rûmet û Kurdistana serbixwe!
· Erê ji bo niştimanperweriya pak û dengê wijdanê azad!
· Na ji bo berjewendîperestî û îdeolojiyên ku nasnameya me têk didin!
· Na ji bo radîkalîzma olî û hişmendiya bindestiyê!
Di dawiyê de dixwazim bêjim ku niştimanperwerî û nasyonalîzma Kurdan ti peywendî bi nijadperestî û dijminatiya gelên din re nîne, ew tenê ji bo xweparastina Kurdan e wek milet, ew ji bo man û hebûna me ye.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
