Hewlêr (Rûdaw) - Îsraîl û Libnanê li ser bicihanîna agirbesteke mercdar li hev kir ku Amerîkayê navbeynkariya wê kiriye.
Lê belê bicihanîna wê, bi mercê rawestandina temam a êrişan û vekişîna çekdarên Hizbulahê yên li başûrê Libnanê ve hatiye girêdan.
Nûnerên dîplomatîk ên her du welatên ku pêwendiyên wan ên fermî bi hev re tunin di gera çaremîn a dan û standinên xwe yên rasterast ên li Washingtonê de li ser vê agirbesta mercdar li hev kir.
Biryar e her du alî ji bo guftûgoyên siyasî û ewlehiyê yên zêdetir, 22yê Hezîranê bicivin da ku bigihin peymaneke giştgir.
Yek ji xalên sereke yên peymanê avakirina “herêmên mînak” ên li başûrê Libnanê ye.
Di wan herêman de artêşa Libnanê dê hemû komên li derveyî dewletê dûr bixe û bi temamî axê kontrol bike.
Ev agirbest girêdayî rawestandina temam a êrişên Hizbulahê û vekişîna çekdarên wê ya ji wan herêman e.
Helwesta Amerîka û Îranê
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, ew dixwaze pêvajoya aştiyê ya di navbera Îsraîl û Libnanê de ji şerê navbera Amerîka û Îranê cuda bike.
Lê belê, Tehran dixwaze her du aloziyan bi hev re têkildar bike.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî hişyarî da ku her êrişa li ser Beyrûtê dê bibe sedema destpêkirina temam a şer.
Berpirsê payebilind ê Hizbulahê Mehmûd Qumatî berê ji Rûdawê re ragihandibû, koma wan agirbesteke sînordar qebûl nake.
Ew agirbesta ku biryar bû 17ê Nîsanê dest pê bike, heta niha bi temamî nehatiye bicihanîn û her du alî hevdû bi binpêkirinê tohmetbar dikin.
Hizbulahê doh bi mûşekan êrişî leşkerên Îsraîlê yên li bakurê Îsraîlê kir.
Di heman demê de artêşa Îsraîlê diyar kir ku wan dronek û du mûşekên ku ji Libnanê hatine avêtin xistine xwarê.
Kuştina karmendên tenduristiyê
Di heman demê de, êrişên asmanî yên Îsraîlê yên li ser zêdetirî 20 herêmên başûrê Libnanê didomîn.
Di êrişeke Îsraîlê ya li ser herêma Hewşê ya li nêzîkî bajarê Sûrê de 4 Sûriyeyî û du Filistînî hatin kuştin.
Di êrişeke din de ambulansa Komeleya Rîsaleyê hat armanckirin û 2 karmendên hawarçûnê hatin kuştin.
Bi vê yekê re hejmara karmendên tenduristî û hawarçûnê yên ku ji destpêka şer ve hatine kuştin gihîşt 130 kesî.
Her wiha artêşa Libnanê destnîşan kir ku di êrişeke Îsraîlê de leşkerekî wan hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê alîgirên Hizbulahê bi wê yekê tohmetbar kirin ku li taxa Xiristiyanan a bajarê Sûrê tevdigerin.
Artêşê hişyarî da ku divê taxê vala bikin û vê yekê di nav niştecihan de tirs çêkiriye.
Îsraîlê van demên dawiyê êrişên xwe zêdetir kirine û êriş û bipêşveçûna herî mezin a bejahî ya du deheyên borî ya li ser axa Libnanê daye destpêkirin.



