Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dibêje, ew hêvîdar e êrişên hevpar ên Îsraîl û Amerîkayê yên li Îranê xelkê wî welatî ew qasî bihêz bikin ku karibin "zincîra zilmê bişikînin."
Netanyahu roja duşemê li Qudsê (Orşelîm) li gel birêvebirên nexweşxaneyan û pergala tenduristiyê ya Îsraîlê civiya.
Wî di civînê de soz da ku dê êrişên li Îranê bidomin.
"Em dê hestiyên wan bişikînin"
Serokwezîrê Îsraîlê got, "Daxwaza me ew e ku gelê Îranê karibe zincîra zilmê bişikîne.
Di dawiyê de ev yek bi wan bi xwe ve girêdayî ye lê ti guman tê de nîne ku bi rêya wan karên heta niha hatine kirin, em ê hestiyên wan bişikînin û destê me hîn jî ji bo êrişên zêdetir dirêjkirî ye."
Netanyahu her wiha got, "Em guherînê çêdikin û me her niha jî di pêgeha Îsraîlê de guherîneke mezin pêk aniye."
Bîlançoya şer
Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamaneyî, di roja yekem a şer de 28ê meha borî hat kuştin.
Roja duşemê ya vê hefteyê, kurê wî Mucteba Xamaneyî wekî rêberê nû yê Komara Îslamî ya Îranê hat destnîşankirin.
Li gorî amarên berpirsan, ji 28ê Sibatê roja ku şer dest pê kiriye ve herî kêm hezar û 230 kes li Îranê, 397 kes li Libnanê û 11 kes jî li Îsraîlê hatine kuştin.
Her wiha 7 leşkerên Amerîkayê jî di vî şerî de hatine kuştin.
