Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, êrişî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan kir û wî bi piştgiriya Îranê û kuştina Kurdan tohmetbar kir.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser hesabê Xê daxuyaniyek belav kir.
Netanyahu ragihand, Îsraîl di bin serokatiya wî de dê li dijî "rejîma terorîst a Îranê" û hemû wekîlên wê yên li herêmê têkoşîna xwe bidomîne.
Ev daxuyanî di demekê de hat ku agirbesteke 14 rojî di navbera Washington û Tehranê de hatiye ragihandin, lê Îsraîl tekezî li ser domandina operasyonên xwe dike.
"Erdogan welatiyên xwe yên Kurd qir dike"
Serokwezîrê Îsraîlê bi tundî rexne li helwestên Serokkomarê Tirkiyeyê girt û got ku Îsraîl ne wekî Erdogan e.
Netanyahu got, "Di bin serokatiya min de, Îsraîl dê şerê xwe yê li dijî rejîma terorê ya Îranê û wekîlên wê bidomîne.
Ev yek berovajiyê Erdogan e ku alîkariya wandike û heta welatiyên xwe yên Kurd jî qir dike."
Israel under my leadership will continue to fight Iran’s terror regime and its proxies, unlike Erdogan who accommodates them and massacred his own Kurdish citizens.
— Benjamin Netanyahu - בנימין נתניהו (@netanyahu) April 11, 2026
Trump ji bo dan û standinan şande şand
Ev daxuyanî di demekê de tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbesteke 14 rojî bi Îranê re ragihandiye.
Trump her wiha şandeyek bi serokatiya alîkarê xwe J.D. Vance şandiye Îslamabad a paytexta Pakistanê.
Armanca şandeyê ew e ku bi şandeya Îranê re dan û standinan bike.
