Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Kuweytê ragihand ku wan bi rêya pergalên parastina asmanî bersiv daye êrişên bi mûşek û dronan.
Artêşa Kuweytê li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pergalên parastina asmanî hewl didin êrişên bi dron û mûşekan asteng bikin.
"Dengê teqînan ji ber pûçkirina êrişan e"
Artêşê eşkere kir ku dengê teqînên ku li welêt tên bihîstin ji ber pûçkirina êrişan a ji aliyê pergalên parastinê ve ye.
Her wiha bangî welatiyan hat kirin ku li gorî rênimayên ewlehiyê tevbigerin.
Di daxuyaniyê de li ser çavkanî yan jî cureyê êrişan tiştek nehatiye gotin.
Dengê sîrenan tê bihîstin
Li hêla din, ajansa fermî ya nûçeyan a Kuweytê (KUNA) ragihand ku li welêt dengê sîrenan tê bihîstin.
Li hêla din, Supaya Pasdaran a Îranê îro berê sibehê ragihand ku wan li baregeheke asmanî ya Amerîkayê xistiye.
