Hewlêr (Rûdaw) - Îtalya, Fransa, Almanya û Brîtanyayê
ragihand ku rewşa li Şerîeya Rojava ya axa Filistînê di mehên dawî de xirab
bûye.
Wan diyar kir ku “tundiya niştecihên Îsraîlî yên neyasayî
gihîştiye asteke nedîtî.”
Daxuyaniya hevpar a serokên 4 welatên Ewropayê li ser rewşa
Şerîeya Rojava ji aliyê Serokwezîriya Îtalyayê ve hat parvekirin.
Di daxuyaniya hevpar de bal hat kişandin ser “tundiya
niştecihên Îsraîlî yên ku axa Filistîniyan dagir dikin” û hat gotin:
"Di mehên dawî de rewşa li Şerîeya Rojava bi awayekî
berbiçav xirab bûye.
Tundiya niştecihan gihîştiye asteke nedîtî.
Polîtîka û kiryarên hikûmeta Îsraîlê aramî û îhtimala
çareseriya dudewletî têk dibin."
"Niştecihên Îsraîlî neyasayî ne"
Di daxuyaniyê de tekezî li ser "hiqûqa
navneteweyî" hat kirin û ev nirxandin hat kirin:
"Hiqûqa navneteweyî zelal e; niştecihên Îsraîlî yên li
Şerîeya Rojava neyasayî ne.
Projeyên avakirinê yên li herêma E1ê jî ne îstisna ne.
Projeya niştecihbûnê ya E1ê dê Şerîeya Rojava bike du parçe
û ev tê wateya binpêkirineke giran a hiqûqa navneteweyî."
Hişyarî ji bo şirketên avakirinê
Her wiha ji bo wan şirketên ku dê beşdarî çalakiyên
avakirinê yên li wê herêmê bibin hişyarî hat dayîn:
"Şirket nabe ku ji bo E1ê an projeyên din ên niştecihbûnê
pêşniyaran bidin.
Divê ew zanibin ku beşdariya avakirina niştecihan dikare
encamên hiqûqî û yên rûmetê bi xwe re bîne."
Îtalya, Fransa, Almanya û Brîtanyayê bangî hikûmeta Îsraîlê
kir ku “dawî li polîtîkayên xespkirina axa Filistînê bîne” û di daxuyaniyê de
ev xal hatin rêzkirin:
"Em bangî hikûmeta Îsraîlê dikin ku dawî li berfirehkirina
cihên niştecihan bîne, li ser tundiya niştecihan berpirsyariyê wergire û
îdiayên li ser hêzên Îsraîlê lêkolîn bike.
Her wiha divê rêz li statuya cihên pîroz ên li Qudsê were
girtin û sînordarkirinên darayî yên li ser aboriya Filistînê werin rakirin.
Em bi tundî li dijî kesên ku parastina îlhaqê û koçberkirina
gelê Filistînê dikin derdikevin."
Di dawiya daxuyaniyê de her 4 welatan li gorî biryarên Konseya
Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî piştgiriya xwe ya “çareseriya du-dewletî, adil û
mayînde ducare kir.”
