Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê
ragihand ku zêdetirî 10 hezar Kurdan ji bo wergirtina nasnameyê serî li wan
daye.
Ev gav piştî wê yekê hat ku bi hezaran Kurd 60 sal in ji
mafê nasnameyê bêpar hatibûn hiştin.
Wezareta Karên Navxwe ya Sûriyeyê doh li ser malpera xwe ya
fermî daxuyaniyek belav kir.
Wezaretê diyar kir ku wan dest bi wergirtina serlêdanên wan
kesan kiriye ku dikevin çarçoveya biryarnameya hejmar 13an a sala 2026an.
Hat ragihandin ku heta niha serlêdana 2 hezar û 892 malbatan
hatiye tomarkirin ku ev serlêdan 10 hezar û 516 kesan li xwe digirin.
Li gorî amarên wezaretê, herî zêde li parêzgeha Hisîçayê serî
lê hatiye dayîn.
Li Hisîçayê serlêdana 2 hezar û 772 malbatan hat tomarkirin.
Piştî Hisîçayê bi 75 serlêdanan Heleb û bi 32 serlêdanan jî
Şama paytexta Sûriyeyê tên.
Her wiha hat ragihandin ku li parêzgehên Reqa û Dêrezorê jî
hinek serlêdan hatine kirin.
Navendên tomarkirinê yên li Şamê û parêzgehên Rojavayê
Kurdistanê ji meha Nîsanê ve deriyên xwe ji wan welatiyan re vekirine ku bi
dehan sal in bê nasname û belgeyên fermî dijîn.
Kar û barên tomarkirina navan li 5 parêzgehên Sûriyeyê
didome.
Hikûmetê destpêkê mehek diyar kiribû lê hat ragihandin ku
îhtimal heye ev dem were dirêjkirin.
Kurd çima bê nasname man?
Pirsgirêka bêparhiştina Kurdan a ji nasnameyê li Sûriyeyê, vedigere
serjimêriya awarte ya sala 1962yan a li parêzgeha Hisîçayê.
Di encama wê serjimêriyê de nêzîkî 200 hezar Kurd ji mafê
nasnameyê hatin derxistin û wekî “biyanî” yan jî “mektûm” (yên ku navên wan di
ti tomarên fermî de nînin) hatin binavkirin.
Vê rewşê wiha kir ku Kurd nêzîkî 60 salan ji mafên herî
bingehîn ên wekî perwerde, xebata fermî, mal û milk û gerê bêpar bimînin.
