Hewlêr (Rûdaw) - Hîkmet Hecerî ragihand ku mafê çarenivîsê ji bo wan ne cihê dan û standinê ye.
Rêberê Durziyên Sûriyeyê Hîkmet Hecerî diyar kir ku armanca wan azadkirina dîlan e.
Hîkmet Hecerî li ser hikûmeta demkî ya Sûriyeyê got, "Hatiye îsbatkirin ku zehmet e mirov bi wan koman re bijî."
Rêberê Durziyên Sûriyeyê Hîkmet Hecerî peyamek belav kir.
Hecerî di peyama xwe de anî ziman ku viyan û mafê wan ê çarenivîsê ne mijara dan û standinê ye û destnîşan kir ku ew alîgiriyên bişert qebûl nakin û li pey çû:
"Çi qas hewl bidin jî nikarin bi zorê tiştekî li ser me bisepînin.
Em ji bilî wê ya ku xelkê me hildibijêre ti serkirdayetiyan qebûl nakin.
Em dê rê nedin ku destdirêjî li ax û rûmeta me were kirin."
Hikmet Hecerî eşkere kir ku ew îro di pêgeheke bihêz û mafdar de ne û got:
"Em bi civaka navneteweyî re çavdêriya gavan dikin.
Divê gavên cidî bên avêtin ku binpêkirin rawestin.
Divê dorpêç were şikandin û can û rûmeta welatiyan bê parastin."
Durzî dixwazin xwe bi rê ve bibin
Durziyên li bajarê Siwêdayê bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re di nava milmilaneyeke siyasî û ewlehiyê de ne.
Durzî dixwazin bi xwe herêmên xwe bi rê ve bibin.
Rêberê Durziyên Sûriyeyê Hîkmet Hecerî diyar kir ku armanca wan a sereke ew e ku "destdirêjker" li biryarên navneteweyî xwedî derkevin.
Hîkmet Hecerî bi bîr anî ku di agirbesta Tîrmeha 2025an de biryar hatibû dayîn ku dîl û revandî vegerin û çarenivîsa windayan eşkere bibe.
Hecerî her wiha xwest ku gund û bajarên wan ên wêrankirî werin azadkirin.
Sala 2025an ji ber nakokiyên di navbera Durziyan û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de şer û pevçûn derketin.
Di encama van şer û pevçûnan de zêdetirî hezar û 300 kesî hatin kuştin.
Hikmet Hecerî da zanîn ku ew ji bo mafê çarenivîsê gavan diavêjin û got:
"Em dê dûrî desthilatxwaziya wan koman bin ku hatiye îsbatkirin jiyana bi wan re zehmet e."
