Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber barana zêde, asta ava Çemê Feratê gelekî bilind bû û li parêzgehên Reqa û Dêrezorê lehî rabû.
Ji ber lehiyê konên koçberan ên li beravên çem di bin avê de man û xelk neçar ma ku ji herêmê derkeve.
“Hema bêje hemû kon di bin avê de man”
Fadil Falihê ku koçberekî ji Dêrezorê ye bi vî rengî qala lehiyê kir:
"Li kampa Hiwêca El-Zehrayê hema bêje hemû kon di bin avê de man. Dibe ku tenê du-sê kon neketibin bin avê lê piraniya wan di bin avê de man.
Av ket binê konan. Me hinek kon bi destên xwe rakirin.
Me alîkarî ji cîranên xwe û xwediyên zeviyan ên li Hiwêca El-Zehrayê xwest. Wan jî rê da me ku em wekî rewşeke awarte çend rojan li vir bimînin heta ku av dakeve."
Ji bo kêmkirina zexta li ser bendavê, rayedaran deriyên Bendava Feratê vekirin.
Li gorî medyaya Sûriyeyê, bi vekirina deriyan re di her çirkeyekê de nêzî 1800 metrekuban av diherike û ev yek dibe sedem ku asta ava çem hîn zêdetir bilind bibe.
Lehiyê zerer gihand zeviyên çandiniyê, mal, dikan û xwaringehên li ser çem jî.
“Me bi zehmetî xwe xelas kir”
Sebha Mihemeda ku koçbereke ji gundewarê Reqayê ye jî wiha behsa rewşê kir:
"Me tiştên pêwîst ên wekî xwarin û nivînên xwe rakirin lê ev kon di bin avê de ma. Ji ber pêla avê bin av bû.
Me hinek firax rizgar kirin lê avê yên din bi xwe re birin. Av ji nişka ve, berbangê hat, lewma me bi zehmetî xwe xelas kir û kel û pelên xwe yên pêwîst birin."
Heta niha derbarê mirin an birîndarbûnê ti agahî nehatine ragihandin.
Ji ber metirsiya zêdebûna lehiyê, saziyên pêwendîdar bangî welatiyan kir ku ji beravên çem dûr bikevin û herin cihên bilind û ewle.
Her wiha hat xwestin ku welatî di çem de melevaniyê (sobanî/avjenî) nekin, piran û kelekan bi kar neyînin û ajelên xwe bibin cihên bilind da ku zerarê nebinin.
