Hewlêr (Rûdaw) –Ehmed Şer bi şandeyeke wezîran re ji bo şopandina pêşhatên bilindbûna ava Çemê Feratê gihîşt bajarê Dêrezorê.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA yê ragihand ku Serokkomarê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer û şandeya pê re ji bo şopandina rewşa parêzgehê û pêdiviyên mirovî yên ji ber bilindbûna asta ava Çemê Feratê û lehiya jê çêbûye li herêmê ne.
Parêzgehên Dêrezor û Reqayê ji ber bilindbûna asta ava Çemê Feratê di rewşeke awarte de ne.
Vê yekê wiha kir ku dezgehên xizmetguzariyê û aliyên pêwendîdar ji bo parastina welatiyan û navendên girîng tedbîrên bilez wergirin.
Di çend saetên borî de gelek stasyonên avê ji hev ketin.
Her wiha xetên karebayê yên ku di bin metirsiya binavbûnê de bûn hatin qutkirin.
Di heman demê de hişyariyên fermî li ser lehiyekê zêde dibin ku îhtimal heye asta wê ji ya asayî bilindtir be.
.jpg&w=3840&q=75)