Hewlêr (Rûdaw) - Hejîr fêkiyê herî şirîn û delal ê mehên havînê ye. Ew ne tenê bi çêja xwe, bi sûdên xwe yên ji bo tenduristiyê jî balê dikişîne.
Pispor dibêjin ku gelek kes sûdên hejîrê bi temamî nizanin lê ew bi saya vîtamîn, mîneral û rîşalên (fîber) tê de, wekî kaniya dermanan tê dîtin.
Hejîr bi taybetî ji bo sîstema ferikandin (hezmê), xurtkirina bîrê (hafize) û zêdekirina enerjiyê dermanekî bêhempa ye.
Hat diyarkirin ku xwarina wê ya bi rêkûpêk, hêzeke mezin dide laşê însên.
Yek ji sûdên herî girîng ên hejîrê, hêsankirina hezmê ye. Ji ber rîşalên tê de, zikê mirov nerm dike, tevgera roviyan rêk û pêk dike û nahêle mirov qebzî bibe. Her wiha, ji bo rehetkirina mîdeyê jî gelekî bi sûd e.
Li gorî pisporan, antîoksîdanên di nav hejîrê de ji bo tenduristiya mejî gelekî baş in. Hejîr bîra mirov xurt dike û nahêlê ku hiş û baldarî kêm bibe.
Hejîr ji hêla potasyumê ve dewlemend e, lewma tansiyonê di asta guncav de radigire. Kalsiyuma tê de hestiyan xurt dike û hesinê wê jî rîska kêmxwîniyê kêm dike. Şekirê wê yê xwezayî, di nav rojê de enerjiyê dide mirov û westînê ji holê radike.
Hejîr ji bo ciwankirina çerm û nûkirina xaneyan (hucre) jî roleke girîng dilîze. Pispor dibêjin ku eger hejîr di wextê xwe de û bi pîvan were xwarin, sîstema parastinê ya laş xurt dike.
Lê dîsa jî pispor hişyariyê didin: Ji ber ku şekirê wê zêde ye, divê nexweşên şekir hay ji xwe hebin û hejîran bi awayekî sînordar bixwin.
