Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku şer û aloziyên li welatê Kongoyê bûne sedem ku xizmetguzariyên tenduristiyê lawaz bibin û nexweşên Ebolayê bi başî neyên dermankirin.
Serokê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Dr. Tedros Adhanom diyar kir ku ji ber şer û aloziyên siyasî yên li Kongoyê kontrolkirina Ebolayê zehmet bûye.
Tedros Adhanom destnîşan kir ku bi taybetî gihîştina xizmetguzariyên tenduristiyê kêm bûye.
Serokê rêxistinê anî ziman ku heta niha ji bo vê cureya nû ya vîrusa Ebolayê ya bi navê "Bundibugyo" ti çareserî û derzî nînin.
Tedros Adhanom eşkere kir ku rêjeya kujeriya vê vîrusê ji sedî 50yî zêdetir e û da zanîn ku rawestandina belavbûna vê cureya Ebolayê bi temamî bi gihîştina alîkariyên mirovî ve girêdayî ye.
Adhanom diyar kir ku niha ji ber nakokî û nebûna aramiyê ya li Kongoyê, ev yek gelekî zehmet bûye.
Hişyariya xelkê kêm e
Niha li Kongoyê tiştê ku rewş zehmetir kiriye ew e ku xelk ne hişyar e û mercên tenduristiyê bi cih nayînin.
Her wiha alîkariyên navneteweyî yên ji bo welatên Afrîkayê jî hatine kêmkirin.
Hejmara kesên ku guman heye bi cureya Bundibugyoyê ya Ebolayê ketibin nêzîkî hezar kesî ne.
Amarên qurbaniyên cureya nû ya Ebolayê li Kongoyê:
· Hejmara pêketiyên biguman: 906 kes
· Hejmara pêketiyên piştrastkirî: 105 kes
· Hejmara kesên mirine û guman heye ku ji ber Ebolayê be: 223 kes
· Hejmara kesên ku ji ber Ebolayê mirine û hatiye piştrastkirin: 10 kes
· Rêjeya kujeriya vîrusê: Ji sedî 50
Di navbera salên 2013 û 2016an de cureyeke Ebolayê ya bi navê "Zayîr" belav bûbû.
Wê demê zêdetirî 11 hezar kesî miribûn û 28 hezar kes jî bi vîrusê ketibûn.
Ev cureya nû jî wekî komeke hevşêwe û nêzîkî wê cureyê belav bûye.
