Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bi helkefta "31ê Gulanê Roja Cîhanî ya li Dijî Tûtinê" raporeke gerdûnî parve kir.
Di raporê de hat eşkerekirin ku bikaranîna tûtinê her sal dibe sedema mirina zêdetirî 7 milyon mirovan.
WHOyê bal kişand ser wê yekê ku li seranserê cîhanê herî kêm 40 milyon zarokên 13 heta 15 salî berhemên tûtinê bi kar tînin.
Lewma WHOyê bangî hikûmetan kir ku nifşê nû ji xefika cixareya elektronîk û kîsikên nîkotînê biparêzin.
Pîşesaziya tûtinê gefeke mezin e
WHOyê di rapora xwe ya nû de rûyê reş ê pîşesaziya tûtin û nîkotînê nîşan dide.
WHO dibêje ku ev sektor ji bo tenduristiya raya giştî gefeke mezin e.
Li gorî raporê, hejmara kesên ku li cîhanê tûtin û nîkotînê bi kar tînin ji milyarekê derbas bûye.
Ev jî yek ji wan sedeman e ku herî zêde dibe sedema mirinên "pêşwext" anku mirinên ku mirov dikare rê li ber wan bigire.
Rapor eşkere dike ku pîşesaziya tûtinê hemû plan û stratejiyên xwe yên firotinê rasterast li ser zarok û ciwanan ava kiriye.
“Ji bo dîlgirtina hişê ciwanan xefikên taybet tên danîn”
Li gorî raporê, şirketên tûtinê yên navneteweyî êdî ne tenê bi cixareyên klasîk, bi alavên teknolojîk ên nifşê nû jî dixwazin karsaziya xwe geş bikin.
Hinek agahiyên balkêş ên raporê wiha ne:
Rêjeya zarokan: Li seranserê cîhanê herî kêm 40 milyon zarokên 13-15 salî "mişteriyên" çalak ên berhemên tûtin û nîkotînê ne.
Xefika zêwirandinê: Sektora tûtinê bi rêya aromayên cuda, sêwirandinên dîjîtal û alavên modern "stratejiyeke bizanabûn" dimeşîne. Armanc ew e ku van berheman li ba ciwanan xweşik nîşan bidin û bikaranîna wan hêsan bikin. Bi vî awayî dixwazin wan bikin "tiryakiya" ku nayê berdan.
Zerera li ser bipêşketinê: Hat bîrxistin ku nîkotîn zererên mayînde dide mejiyê zarok û ciwanan û dibe sedema girêdayîbûneke (tiryaktî) gelekî dijwar.
Li 160 welatan valahiya hiqûqî heye
Raporê cih daye "kîsikên nîkotînê" (snus û corên wê) yên ku nû derketine û bi lez belav dibin.
Ev berhem bi taybetî bi rêya navdarên medyaya civakî (influencer) wekî "perçeyekî ji jiyana modern" tên nîşandan.
Tevî vê belavbûna metirsîdar jî, li nêzîkî 160 welatan hîna ti qanûn an sînor ji bo van kîsikan nînin.
Ev valahî jî dibe sedem ku bi milyonan ciwan li hemberî vê jehrê bêparastin bimînin.
"Şirketên tûtinê lîstikeke durû dimeşînin"
Dîrektorê WHOyê Dr. Etienne Krug encamên raporê nirxandin.
Krug diyar kir ku kartelên tûtinê lîstikeke durû dimeşînin û got:
"Şirketên mezin ên tûtinê modelên karsaziya xwe li gorî daxwazên serdemê diguherînin.
Li aliyekî bi cixareyên klasîk ên kujer milyar dolaran qezenc dikin, li aliyê din jî bi cixareyên elektronîk û kîsikên nîkotînê nifşê nû dikin tiryakî.
Ji bo ku ev xeleka mirinê bê şikandin, divê hikûmet îradeyeke qanûnî nîşan bidin û bi ti awayî tawîzan nedin."
Di dawiya raporê de hatiye destnîşankirin ku tûtin û nîkotîn rasterast dibin sedema nexweşiyên kronîk ên nefesgirtinê û nexweşiyên dil.
Her wiha ev berhem dibin sedema zêdetirî 20 cureyên penceşêrê.
.jpg&w=3840&q=75)