Hewlêr (Rûdaw) - Îro 31ê Gulanê "Roja Cîhanî ya Dijî Tûtinê" ye.
Gelo sûdên devjêberdana cixareyê bi rastî çi ne û ev sûd kengî xwe didin der? Jiyana mirov çi qas dirêj dibe? Di warê aborî de fêdeya wê çi ye? Gelo mirov pê qelew dibe? Cixareya elektronîk çareserî ye?
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) her sal 31ê Gulanê wekî "Roja Cîhanî ya Dijî Tûtinê" bi bîr tîne.
Naxwe jiyaneke bêcixare çima girîng e? Em di 7 pirsan de bandorên devjêberdana cixareyê dinirxînin.
Devjêberdana cixareyê kîjan rîskan kêm dike?
Kesên ku xwe ji cixareyê dûr dixin, xwe ji gelek nexweşiyên giran diparêzin.
Wekî mînak, ji pêncan yekê cureyên penceşêrê rasterast ji ber cixareyê peyda dibin.
Nexweşiyên dil, tansiyona bilind, felc û bronşîta kronîk bi piranî bi cixarekêşanê ve girêdayî ne.
Metirsiya krîza dil a cixarekêşan, li gorî yên ku nakişînin ji sedî 65 zêdetir e.
Eşkere ye ku cixarekêş zêdetir tûşî nexweşiya pişikê ya giran (KOAH) an jî romatîzmaya biîltîhab dibin.
Cixare zererê dide çav, diran û pergala herisê. Her wiha rê li ber berdariyê (zarokanînê) jî digire.
Sûdên devjêberdana cixareyê çi ne?
Li gorî Navenda Lêkolînên Penceşêrê ya Almanyayê (DKFZ), tenê 3 roj piştî cixareya dawîn, pergala bêhnvedanê rehet dibe û baştir dixebite.
Piştî hefteyekê tansiyona xwînê dadikeve. Bi vê yekê re metirsiya krîza dil jî kêm dibe.
Di navbera mehek û 9 mehan de; kuxik, girtina sînusan û bêhntengî namînin.
Dema ku pişik xwe ji belxemê paqij dikin, hêdî hêdî saxlem dibin. Di heman demê de metirsiya enfeksiyonê jî kêm dibe.
2 sal piştî devjêberdanê, metirsiya nexweşiyên dil û demaran dadikeve asta kesekî ku qet cixare nekişandiye.
Piştî 5 salan, rîska krîza dil wekî ya kesekî saxlem tê qebûlkirin.
Dîsa piştî 5 salan rîska penceşêra dev, qirik, soriçik û mîzdankê nîv bi nîv kêm dibe.
Metirsiya felcê jî piştî 2 heta 5 salan dadikeve asta kesekî ku qet cixare nekişandiye.
Rîska penceşêra pişikê
Ji sedî 85ê mirinên ji ber penceşêra pişikê di encama bikaranîna titûnê de ne.
Di ti nexweşiyeke din de, mirov nikare tenê bi devjêberdana cixareyê pêşiya ew qas mirinan bigire.
10 sal piştî devjêberdana cixareyê, rîska tûşbûna penceşêra pişikê dibe nîvê rîska kesên ku hîn dikişînin.
Di van salên dawî de, di nav mêran de hejmara nexweşên penceşêra pişikê hinekî kêm bûye.
Lê belê hejmara jinên ku tûşî vê nexweşiyê dibin zêde bûye.
Pispor sedema vê yekê bi guherîna adetên cixarekêşanê ve girê didin.
Bi taybetî piştî salên 2000î, hejmara jinên ku dest bi cixareyê kiriye zêde bûye.
Bandora devjêberdanê ya li ser dirêjiya temen
Li gorî hesabên DKFZê, cixarekêşana zêde temenê mirov bi navînî 10 salan kurt dike.
Şîrketên sîgorteyê yên Almanyayê jî vê kurtbûna temen wekî 6-7 salan texmîn dikin.
Gelo devjêberdana cixareyê mirov qelew dike?
Lêkolîn nîşan didin ku kesên dev ji cixareyê berdidin, di hefteyên ewil de bi navînî 2 heta 4 kîloyan qelew dibin.
Sedema vê yekê ew e ku metabolîzma hêdî dibe û mirov zêdetir kaloriyan digirin.
Nîkotîn metabolîzmayê bilez dike. Ev jî dihêle ku mirov her roj nêzîkî 200 kaloriyên zêdetir bişewitîne.
Her wiha nîkotîn îştahê digire. Ji ber vê yekê, gelek kesên ku dev ji cixareyê berdidin, zêdetir berê xwe didin xwarinên şîrîn û xwirekan.
Qezenca aborî ya devjêberdanê
Li gorî hesabên portala Verivoxê, li Almanyayê kesekî ku rojê pakêtekê dikişîne, di 10 salan de zêdetirî 35 hezar û 700 euroyî dide cixareyê.
Di nava 30 salan de ev pere digihîje 165 hezar euroyî.
Tê gotin ku eger ew pere wekî mînak li borsayê were razandin, di 30 salan de dibe zêdetirî 400 hezar euro.
Cixareyên elektronîk dikarin bibin alternatîf?
Bersiva pisporan zelal e: Na.
Di cixareyên elektronîk de şilemenî nayê şewitandin, tê germkirin.
Her çi qas dûmana wê li gorî ya asayî hinekî kêmtir zererdar xuya bike jî, dîsa jî metirsiyeke mezin a tenduristiyê ye.
Yekîtiya Bijîşkên Almanyayê hişyariyê dide. Nîkotîna di van amûran de zererê dide bipêşketina mêjî û mirov pê tîryakî dibe.
Her wiha ev amûrên ku di nav zarok û ciwanan de belav bûne, madeyên penceşêrê dihewînin. Ev yek jî zererê dide pişik û dil.
Ciwanên ku cixareya elektronîk dikişînin, 3 qatan zêdetir di bin metirsiya destpêkirina cixareya asayî de ne.
.jpg&w=3840&q=75)