Hewlêr (Rûdaw) - Amarên li ser xwarina goşt a salane ya serê kesekî hatin eşkerekirin.
Li gorî lîsteya ku ji aliyê World Population Reviewê ve hatiye parvekirin, li hinek welatan xwarina goşt gihîştiye astên gelekî bilind û cihê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yê di lîsteyê de jî bal kişand.
Pispor diyar dikin ku zêdebûna xwarina goştê sor û spî tenê bandorê li adetên xwarinê nake.
Ev yek rasterast bandorê li qadên jîngehî û aborî yên wekî bikaranîna avê, mesrefên ajeldariyê û belavbûna karbonê jî dike.
Li gorî amarên ku hatine eşkerekirin, di nav welatên ku herî zêde goşt dixwin de welatên giravî yên Pasîfîkê derdikevin pêş.
Di serê lîsteyê de Tongayê cih girt.
Lîsteya welatên ku herî zêde goşt dixwin wiha ye:
1. Tonga — 148 kîlogram
2. Moxolistan — 132 kîlogram
3. Saint Vincent û Grenadines — 124 kîlogram
4. Hong Kong — 123 kîlogram
5. Giravên Marshallê — 123 kîlogram
6. Arjantîn — 118 kîlogram
7. Awistralya — 113 kîlogram
8. Îsraîl — 113 kîlogram
9. Bahama — 112 kîlogram
10. Nauru — 108 kîlogram
11. Spanya — 105 kîlogram
12. Samoa — 105 kîlogram
13. Brezîlya — 98,8 kîlogram
14. Portugal — 98,4 kîlogram
15. Polînezyaya Fransayê — 96,2 kîlogram
16. Belarûs — 94,5 kîlogram
17. Xirwatistan — 94,2 kîlogram
18. Îzlanda — 93,4 kîlogram
Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di çi rêzê de ne?
Di lîsteyê de hat eşkerekirin ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwarina goşt a salane ya serê kesekî 46,8 kîlogram e.
Ev rêje li paş gelek welatên Ewropa û Amerîkaya Başûr ma.
Vê yekê nîşan da ku Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ne di nav welatên ku zêde goşt dixwin de ne.
Pispor balê dikişînin ser wê yekê ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xwarina goşt rasterast bi asta dahatê, bihayên xwarinê û adetên xwarinê ve girêdayî ye.
