Hewlêr (Rûdaw) - Beriya mirinê, gelek kes xewnên gelekî kûr dibînin.
Berevajî tiştê tê zanîn lêkolîn nîşan didin ku ev xewn ne nîşaneya tevlîheviya hiş an jî dînîtiyê ne. Naxwe wateya van xewnan çi ye?
Florence li ber maseya metbexê rûniştî ye. Hevjînê wê li kêleka wê ye û keça wê jî li wir e.
Ew bi hev re dikenin û şîvê dixwin, mîna wan rojên berê yên xweş.
Lê cudahiyeke mezin heye. Hem hevjînê wê hem jî keça wê beriya bi salan mirine.
Florenceyê paşê wan kêliyên ku dîtine wiha anîn zimên:
"Her tişt ew qasî zindî û rastîn bû wekî ku em qet ji hev neqetiyabin."
Ev ne xewneke asayî, hevdîtineke rasteqîn bû. Florence dibêje wê di jiyana xwe de ti carî xewneke bi vî rengî bibandor nedîtiye.
Di dilê wê de tirs nebû. Berevajî wê aramiyeke kûr û hesteke wisa hebû ku ew dê dîsa bigihîje wan.
Florenceyê 5 roj piştî vê bûyerê koça dawî kir.
Dîtinî an sergerdaniya hişî?
Di rojên dawî yên jiyanê de gelek mirov behsa ezmûnên bi vî rengî dikin.
Ev rewş bi piranî di xewnê de û carinan jî gava çavên wan vekirî ne wekî "dîtinî" (vîzyon) diqewimin.
Ji bo kesên di nav vê rewşê de ne, ev dîtin ji xewnên asayî gelekî rasttir xuya dikin.
Lê ji bo kesên li derve, dibe ku ev rewş xerîb an jî tirsnak were dîtin.
Zanist van ezmûnan wekî "xewn û dîtiniyên beriya mirinê" bi nav dike.
Di qada bijîşkiyê de demeke dirêj ev tişt wekî "sergerdaniya hişî" yan jî bandora dermanan dihatin nirxandin.
Lê îro êdî tê qebûlkirin ev ravekirin kêm dimîne û rastiyê bi temamî nîşan nade.
Ji sedî 90ê nexweşan xewnan dibînin
Li gorî nûçeya DWyê, Norobiyolog û pisporê lênêrîna nexweşên giran Dr. Christopher Kerr ji dawiya salên 1990î ve li ser xewn û dîtiniyên beriya mirinê lêkolînan dike.
Kerr û tîma wî nêzîkî 10 salan bi zêdetirî hezar û 400 nexweşên li ber mirinê re hevdîtin kirine.
Di vê lêkolînê de tenê ew nexweşên hişê wan li serê wan bû û têgihiştina wan zelal bû cih girtine.
Encam gelekî balkêş bû. Nêzîkî ji sedî 90ê nexweşan gotine wan herî kêm carekê xewn an dîtiniyên bi vî rengî dîtine.
Ev rewş ne bi temen, ne bi nijad û ne jî bi hawirdora civakî ve girêdayî ye.
Kerr van mirovan ne wekî kesên "hiştevlîhev", berevajî wê wekî kesên "bi rengekî awarte hişyar û baldar" pênase dike.
Li gorî wî, ev kes bi temamî li ser cîhana xwe ya hundirîn hûr bûne.
Psîkolog Elisa Rabittiya lêkolînera mijarê jî heman tiştî piştrast dike û dibêje:
"Ev xewn bi piranî bi wan mirovan re peyda dibin ku dikarin dîtiniyên xwe bi rêkûpêkî vebêjin û têkiliya wan a bi cih û wextê re qut nebûye."
Rêwîtî, şabûn û gihîştina hev
Ev xewn gelekî zindî û tijî wate ne. Her ku mirin nêzîk dibe bandora wan jî zêdetir dibe.
Nexweş bi piranî xizmên xwe yên mirî yan jî heywanên xwe yên malê dibînin.
Ew kesên berê mirine vedigerin û teseliyê didin nexweşan.
Mijara gelek xewnan "rêwîtî", "amadekarî" û "li ser rê bûn" e.
Têkiliyên kevin ji nû ve saz dibin, dijminatî bi dawî dibin û hestên poşmaniyê tên zimên.
Dr. Christopher Kerr dibêje, "Her ku mirin nêzîk dibe, dîtina kesên mirî ya di xewnan de zêdetir dibe."
Baweriya olî ne şert e
Bawermendî an nebawermendî bandoreke zêde li van xewnan nake.
Li gorî dîtinên Kerr, mirovên dindar û bêbawer heman tiştî dijîn.
Li vir ne baweriyên olî, lê hestên gerdûnî yên wekî evîn, girêdan û lêborînê derdikevin pêş.
Ev xewn ne wekî "ezmûnên nêzikî mirinê" (near-death experiences) ne.
Ezmûnên nêzikî mirinê di kêliyên krîzê yên ji nişka ve çêdibin. Wekî mînak di dema krîza dil de çêdibin.
Lê xewnên beriya mirinê di nava roj û hefteyan de gav bi gav bi pêş dikevin.
Li şûna wêneyên wekî "ronahî" an jî "tunelê", têkiliyên mirovî û girêdanên dilî derdikevin pêş.
Teselî ye an rûbirûbûn e?
Zêdebûna van xewnan aramiyê dide mirovan. Lê carinan xewn dikarin bifikar û xemgîn jî bin.
Li gorî Kerr, xewnên xemgîn jî mirov diguherînin çimkî ew meseleyên çaresernebûyî û gunehkariyan derdixin holê û mirov pê re rûbirû dibe.
Mînakek: Sierraya 20 salî nexweşeke bêçare bû. Wê nedixwest nexweşiya xwe qebûl bike û ti kesî nedikarî xwe bigihîne dilê wê.
Rojekê wê di xewnekê de kalê xwe yê mirî dît. Kalê wê jê re got ew bi wê serbilind e û dê her tişt baş bibe.
Piştî vê dîtiniyê Sierra guherî, gihîşt aramiya hundirîn û hefteyekê şûnde koça dawî kir.
Bandora li ser xizmên nexweşan
Ev xewn piştî mirinê jî dibin teseliya mayiyan. Xizmên nexweşan gava van çîrokan dibihîzin, hêsantir bi êşa windabûnê re rûbirû dibin.
Jennifer behsa hevjînê xwe Patrick dike. Patrick di xewna xwe de dapîra xwe dîtibû.
Dapîra wî jê re gotibû di sosa spagettiyê de tiştek kêm e: "Kevçiyek şekir."
Tevî ku Patrick gelekî bêhêz bû jî, wî bi Jenniferê re ew sos cara dawî çêkir û paşê mir.
Jennifer dibêje, "Patrick aramiya xwe dîtibû. Vê xewnê nîşanî min da ku ew êdî amade ye biçe."
“Me mirin ji jiyanê qut kir”
Li gorî Dr. Christopher Kerr, bijîşkiya nûjen mirinê tenê wekî "rawestîna endaman" dibîne lê mirin di rastiyê de "temambûna jiyanekê" ye.
Kerr diyar dike, di vê serdemê de mirin ji hundirê malan û ji jiyana rojane hatiye dûrxistin.
Mirin li nexweşxaneyan hatiye asêkirin û bûye tiştekî sar û teknîkî.
Di encamê de, di navbera daxwaza mirovan a ji bo nêzîkbûnê û pergala tenduristiyê ya sar de valahiyek çêbûye.
Dibe ku ev xewn nîşanî me didin tiştê herî girîng ne awayê mirinê ye, têkilî, hezkirin û hebûna kesekî ya li kêleka mirov e.
.jpg&w=3840&q=75)