Hewlêr (Rûdaw) - Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê ji ber Lûtkeya 36emîn a Serkirdeyan a NATOyê ku dê 7-8ê Tîrmehê were lidarxistin, tedbîrên tund ên ewlehiyê hatin standin.
Asta ewlehiyê ya li balafirgehê, Serokkomariyê û otêlên ku serkirde dê lê bimînin, derxistin asta herî bilind.
Di çarçoveya lûtkeya serkirdeyên NATOyê de, tedbîrên berfireh ên ewlehî û trafîkê li bajêr tên bicihanîn.
Ji bilî sîstemên ewlehiyê yên bejahî û asmanî, balafirên şer ên F-16an jî dê ji bo îhtimala metirsiyan di amadehiyê de bin.
Dê 'herêma sor' were avakirin
Li cihê lidarxistina lûtkeyê û cihê mayîna serkirdeyan, sîstema "herêma sor" tê bicihanîn.
Tenê ew kesên ku karta wan a ewlehiyê ya taybet heye dikarin bikevin wan herêman.
Planên ewlehiyê di bin hevahengiya MÎT û Birêvebiriya Giştî ya Kar û Barên Ewlehiyê ya Serokkomariya Tirkiyeyê de tên amadekirin.
Her wiha xelekeke ewlehiyê ya berfireh li derdora otêlên ku serkirde dê lê bimînin tê avakirin.
Seferên asmanî yên navneteweyî tên şopandin
Di dema lidarxistina lûtkeyê de, tedbîrên ewlehiyê yên tund li asmanê Enqereyê tên standin.
Îhtimal heye ku guhertin di seferên asmanî yên navxwe de jî çêbibin û seferên navneteweyî jî bi sîstemeke çavdêriyê ya taybet tên şopandin.
Li seranserî Enqereyê, bi taybetî li ser rêya derbasbûna serkirdeyan û xalên hestyar, kamerayên bipêşketî yên çavdêriyê ku taybetmendiya naskirina rû heye, tên danîn.
Nêzîkî 40 hezar polîs, cendirme û hêzên ewlehiyê di lûtkeyê de dê erkdar bin û tîmên ewlehiyê bi awayekî 24 demjimêrî dixebitin.
Xwenîşandan û kombûn hatin qedexekirin
Li gorî biryareke Parêzgariya Enqereyê, berî wê û di dema lidarxistina lûtkeyê de, heta 15ê Tîrmehê, hemû cureyên xwenîşandan û kombûnan li bajêr hatine qedexekirin.
Her wiha hinek ji rêyên sereke û metroyên li Enqereyê ji ber sedemên ewlehiyê di demên diyarkirî de tên girtin.
Di çarçoveya plana ewlehiyê de, destûra salane ya wan karmendên ku di saziyên giştî de dixebitin hat sînordarkirin.
Hat ragihandin ku di dema pêwîst de dikarin wan gazî ser kar bikin.
Rayedaran ji welatiyan xwest ku ji ber lûtkeyê, çavdêriya wan daxuyaniyan bikin ku li ser trafîkê tên belavkirin.



