Hewlêr (Rûdaw) - Ozgur Ozel eşkere kir ku ew dê ji CHPyê veneqete û tu niyeta wî ya damezirandina partiyeke nû nîne.
Ozelî bangî endamên partiyê kir ku dev ji partiyê bernedin û îstifa nekin.
Ozgur Ozelê ku serokatiya wî hatibû betalkirin, piştî nimêja cejnê ya li Manîsayê daxuyaniyek da ragihandinê.
Ozel wiha bersiv da pirsa "Gelo hûn dê partiyeke nû ava bikin?":
"Di vê qonaxê de pêwîst nake kes ji partiyê biqete, niyeteke me ya wiha nîne ku em partiyeke nû ava bikin."
Wî bangî endamên CHPyê jî kir ku ji partiya xwe neqetin û neçin.
“Bila serok bi biryara du milyon endaman diyar bibe”
Ozel li ser paşeroja partiyê jî got:
"Em dixwazin di demeke nêzîk de di nav partiyê de hilbijartin çêbibe. Hemû 81 serokatiyên bajaran û tevahiya endamên me daxwaza hilbijartinê dikin.
Em hêvî dikin ku Kiliçdaroglu hewl nede bêyî hilbijartinê li ser kursiyê serokatiyê rûnê.
Rêya kongreyê vekirî ye. Banga min ji bo wî ev e: Bila bi biryara du milyon endaman serokê partiyê diyar bibe."
Ozgur Ozel li ser nîqaşên veqetîna ji partiyê jî got:
"Hinek dibêjin 'Bila em îstifa bikin' lê bila kes ji partiyê neçe û îstifa neke. Em dê vê meseleyê di nav xwe de çareser bikin."
Krîza li nav CHPyê
Êvara 21ê Gulana 2026an, Daîreya 36an a Dadgeha Herêmî ya Enqereyê ji bo Kongreya 38an a CHPyê biryara "betalkirina teqez" da.
Bi vê biryarê re endamtiya hemû endamên kongreyê hat betalkirin û partiya herî mezin a mixalefetê ket nav krîzeke hiqûqî ya kûr.
Li gorî biryara dadgehê, Ozgur Ozel û birêvebiriya wî (Meclîsa Partiyê û Komîteya Dîsîplînê) bi awayekî demkî ji kar hatin dûrxistin.
Biryar hat dayîn ku Kemal Kiliçdaroglu û birêvebiriya berê ji nû ve vegerin ser karên xwe.
