Hewlêr (Rûdaw) - Numan Kurtulmuş di peyama xwe ya cejnê de got, “Ez xebatên ji bo destûreke nû ya sîvîl, berfireh, demokratîk û azadîxwaz wekî zemîna lihevkirina civakî dibînim.”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş bi helkefta Cejna Qurbanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.
Kurtulmuş diyar kir ku cejn ew rojên taybet in ku dil lê digihin hev û bal kişand ser girîngiya pêwendiyên xizimtiyê û parvekirinê.
Pêvajo
Kurtulmuş di peyama xwe de anî zimên ku atmosfera manewî ya cejnê derfeteke girîng e ji bo jiholêrakirina xeyîdandinan û nêzîkkirina dilan û wiha pê de çû:
“Her kesê ku li ser sifreya cejnê kom dibe, bi rastî nîşaneyeke biçûk a hişmendiya me ya miletbûnê ye.
Biratiya 86 milyonan ew vîn e ku em cudahiyên xwe nekin hinceta parçebûnê û bi têgihiştina niştimaneke hevpar û paşerojeke hevpar bijîn.
Di heyama li pêşiya me de, armanca Tirkiyeyeke bêteror bi vîna piştgiriya neteweyî, serweriya hiqûqê, berfirehbûna kanalên siyaseta demokratîk û mayîndebûna aramiya civakî re dê bêhtir bi wate bibe.”
Kurtulmuş destnîşan kir ku ew bawer dike Tirkiyeyeke bi hêz dê bi edaletê refahê, bi demokrasiyê bipêşketinê û bi azadiyê ewlehiyê mezin bike.
Xebatên ji bo destûra nû
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê bal kişand ser xebatên ji bo guhertina destûrê û ragihand:
“Ez xebatên ji bo destûreke nû ya sîvîl, berfireh, demokratîk û azadîxwaz wekî zemîna lihevkirina civakî dibînim.
Divê vîneke sîvîl a hevpar a ku nirxên gelê me, derfetên demokrasiyê, rûmeta mirovî û qadên azadiyê bixe ser bingehên saxlemtir, bi rêya xebatên destûra nû bi biryardarî bibe rojev.”
