Hewlêr (Rûdaw) - Li nexweşxaneyên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber birîndarên cejnê qerebalixiyeke zêde heye.
Di roja yekem a Cejna Qurbanê de bi sedan kesên ku di dema serjêkirina qurbanan de xwe birîndar kir, berê xwe da nexweşxaneyan.
Tîmên nobedar hatin erkdarkirin
Di betlaneya cejnê de li nexweşxaneyan ji bo dermankirina “qesabên ecemî” tîmên nobedar hatin erkdarkirin.
Welatiyê bi navê Hudaverdî Çetîn li ser birîndarbûna xwe wiha got:
“Dema me qurbana xwe dirêj dikir, bi ser min de ket û qiloçê wî destê min birîndar kir.
Me yekser nikaribû em bihata, ji ber ku eger ew rawestiya me nikaribû careke din dirêj bikira. Me hema ser jê kir û pişt re min destê xwe pêça û em hatin vê derê.”
Bijîşk: Bila kesên pispor vî karî bikin
Bijîşk dibêjin divê her kes bi serê xwe qurbanê serjê neke û kesên pispor vî karî bikin.
Bijîşkê Neştergeriya Plastîk û Rekonstruktîf Hasan Murat Erganî hişyarî da û anî zimên:
“Pêşniyara me ew e ku kesên pispor vî karî bikin. Berî qurbanê kê ev kar dikir, divê di dema qurbanê de jî heman kes bikin.
Em naxwazin welatiyên asayî di dema qurbanê de dest biavêjin kêrê.”
Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê di roja yekem a cejnê de 13 hezar û 513 kes di dema serjêkirina qurbanan de birîndar bûne.
