Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî Civîna Kabîneyê daxuyanî dan û li ser "Pêvajoya Aştiyê" banga dûrketina ji polemîkan kir.
Erdogan diyar kir ku aloziyên di nav CHPyê de wan eleqedar nakin û got, "Em di van aloziyên siyasî û hiqûqî de nînin, em nebûn û em dê nebin jî."
Erdogan piştî Civîna Kabîneyê civîneke çapemeniyê li dar xist û rojev nirxand.
Erdogan li ser nîqaşên siyaseta navxweyî û lêgerînên çareseriyê jî peyam dan.
“Divê em pêvajoyê ji polemîkan dûr bigirin”
Erdogan bal kişand ser nîqaşên pêvajoyê û wiha axivî:
"Erkê saziya siyasetê ew e ku pêvajoya Tirkiyeya bêteror ji her cure polemîkan dûr bigire û bi dilpakî piştgiriyê bide hewldanên çareseriyê.
Em dê hewl bidin ku avaker û hembêzker bin.
Dema em vê bikin jî em dê berjewendiyên miletê xwe di ser her tiştî re bigirin.
Em dê paşeroja Tirkiyeyê di ser her cure nêrînên siyasî re bigirin."
"Aloziyên di nav CHPyê de me eleqedar nakin"
Erdogan tevgera di nav partiya mixalefeta sereke Partiya Gel a Komarî (CHP) û pêvajoyên darazê nirxandin.
Erdogan destnîşan kir ku partiya wî li derveyî van nîqaşan e û wiha pê de çû:
"Aloziyên di nav partiya mixalefeta sereke de me eleqedar nakin.
Em di van aloziyên siyasî û hiqûqî de nînin, em nebûn û em dê nebin jî.
Bila ew kesên ku ji bo armancên xwe yên siyasî tevdigerin ji bîr nekin ku ev kolan rê nadin bêhiqûqiyê.
Em rê nadin ku kolanên me werin têkdan, miletê me were cemserkîkirin û xelk û hêzên ewlehiyê werin hemberî hev.
Di demeke wiha de mafê ti kesî tune ku ahenga dilê miletê xera bike."
"Dixwazin sînoran bi xwînê xêz bikin"
Erdogan diyar kir ku li cîhanê şikestinên cidî hene û dixwazin sînoran ji nû ve bi xwînê xêz bikin û got:
"Em hewl didin van lîstikan xera bikin û di heman demê de jî dixwazin destkeftiyên xwe yên 23 salan bidomînin."
