Hewlêr (Rûdaw) - PSG û Arsenal di maça fînalê ya Lîga Şampiyonan a UEFAyê de hatin pêşberî hev û PSG di encama penaltiyan de bi ser ket û bû şampiyon.
Şampiyona Lîga Şampiyonan a UEFAyê li Budapeşta paytexta Macaristanê diyar bû.
Tîma Fransayê PSG û tîma Brîtanyayê Arsenal di maça fînalê de hatin pêşberî hev.
Maça qodamanên futbolê li Stadyuma Puskas Arenayê hat lîstin.
Di 90 xulekên maçê de her du tîman golek avêt û maç 1-1 bi dawî bû.
Ji ber ku wekhevî xera nebû maç 15 xulekan du caran hat dirêjkirin.
Di dema dirêjkirî de jî ti gol nehatin avêtin û maç çû penaltiyan.
PSG di lêdanên penaltiyan de bi encama 4-3 bi ser ket û bû şampiyona Lîga Şampiyonan.
Tîma Fransayê PSG du sal in li pey hev di Lîga Şampiyonan de dibe şampiyon.
