Hewlêr (Rûdaw) - Geştyar bêhnvedana Cejna Qurbanê wekî derfetekê dibînin û serdana deverên navdar ên Bakurê Kurdistanê dikin.
Yek ji wan cihan jî şûnwarê dîrokî yê Girê Mirazan e.
Ev şûnwarê ku li Rihayê ye di Lîsteya Mîrateyên Cîhanî ya UNESCOyê de ye.
Geştyar Banû Arslanê hestên xwe wiha anîn zimên, "Ev der bi rastî jî cihekî gelekî xweş e.
Dîtina nexşên beriya 12 hezar salan gelekî balkêş e, baş bû ku em hatin."
Li Rihayê 21 şûnwarên dîrokî hene.
Par 781 hezar û 383 geştyaran serdana Girê Miraza kiribû û 333 hezar û 792 kesan jî serdana şûnwarên din kiribû.
Geştyar Latîfe Sayinê jî diyar kir ku ew ji Ispartayê hatine û got:
"Peykerên bi şêweyê 'T'yê gelekî bala min kişand û ev şûnwar gelekî bi dilê min e."
Dîroka vî şûnwarî vedigere 9600 salên beriya zayînê û Girê Miraza wekî "xala sifrê ya dîroka mirovahiyê" tê naskirin.