Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Rihayî Ahmet Kaplan klîba xwe ya nû ya bi navê “Derew bû” li ser platformên medya civakî belav kir.
Hunermend Ahmet Kaplanê ji navçeya Sirûcê ji strana “Derew bû” re klîbek girt û li ser Youtube belav kir.
Gotin û mûzîka strana “Derew bû” Ahmet Kaplan bi xwe nivîsandiye û amade kiriye.
Stran li studyoya Genco hatiye tomarkirin û rêveberiya klîbê jî Agrin Azad kiriye.
Ahmet Kaplanê ku di heman demê de dengbêjiyê dike ji Rûdawê re ragihand ku klîba strana “Derew bû” li Rihayê tomar kiriye.
Hunermed Kaplan dibêje, 4-5 stranên wî yên din jî amade ne û ji bo wan jî amadehiya girtina klîbê dike.



