Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê ragihand ku amadehiyên ji bo Festîvala 16emîn a Fîlmên Kurdî ya Berlînê temam bûne.
Festîval dê di navbera 25ê Îlonê û 1ê Çiriya Pêşîna 2026an de li Sînemaya Babylonê ya li Rosa-Luxemburg-Platzê ya li Berlîna paytexta Almanyayê were lidarxistin.
Birêvebiriya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê li ser hesabê xwe yê Facebookê û malpera xwe daxuyanî belav kirin.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê ku bi salan e wekî platformeke giring a sînemaya Kurdî tê naskirin, îsal balê dikişîne ser dîroka Kurdên li Yekîtiya Sovyetê.
Mijara sereke ya festîvala îsal wekî "Di navbera bibîranîn, nasname, sirgûn û nûbûnê de Kurdên li Yekîtiya Sovyetê" hat diyarkirin.
Di vê çarçoveyê de dê fîlmên çîrokî, belgefîlm û kurtefîlmên ku li ser dîrok, koçberî û guherînên civakî yên Kurdên li Yekîtiya Sovyetê hatine çêkirin werin nîşandan.
Bernameyeke dewlemend
Li gel nîşandana fîlman, dê bernameyeke berfireh a çandî jî hebe.
Birêvebiriya festîvalê eşkere kir ku dê di çarçoveya festîvalê de xwendina pirtûkan, pêşangeh û berhemên din werin amadekirin.
Birêvebiriya festîvalê da zanîn ku “ev çalakî dê derfetê bidin ku li ser mijarên festîvalê gotûbêjên kûr werin kirin.”
Banga ji bo kurtefîlman
Birêvebiriya festîvalê her wiha bangî sînemageran kir ku berhemên xwe ji pêşbaziya kurtefîlman re bişînin.
· Mercên beşdarbûnê wiha hatin diyarkirin:
· Fîlm divê di salên 2025 û 2026an de hatibin çêkirin.
· Dirêjahiya fîlman divê herî zêde 20 xulek be.
· Fîlm dikarin di kategoriyên çîrokî, belgefîlm, anîmasyon û ceribandinê de bin.
· Mijar divê li ser perspektîf, tecrube û rastiyên Kurdan bin.
Birêvebiriya festîvalê da zanîn ku dema dawî ya şandina fîlman heta meha Tebaxa 2026an e û sînemager dikarin bi rêya navnîşana info@mitosfilm.com serî lê bidin.
Festîvala 16emîn a Fîlmên Kurdî ya Berlînê ji aliyê Birêvebiriya Çand û Hevgirtina Civakî ya Berlînê, Sprachenatelier Berlin û Enstîtuya Goetheyê ya Hewlêrê ve tê piştgirîkirin.



