Hewlêr (Rûdaw) - Îro 19 sal di ser koça dawî ya helbestvanê Kurd ê navdar Seydayê Keleş re derbas bûn.
Helbestvanê Kurd Mele Hisênê Bizgûrî ango Seydayê Keleş 1930î li gundê Bizgûrê yê Mêrdîna Bakurê Kurdistanê hat dinê.
Seydayê Keleş di şeş saliya xwe de sêwî ma.
Wek piraniya helbestvanên Kurd, Seydayê Keleş jî zaroktiyeke dijwar derbas kir û derdê sêwîtî û bêkesiyê kişand û ew bi xwe li ser vê yekê dibêje:
"Ez sêwî mam û kesekî min nebû. Hin merivên me hebûn guh nedan min. Sê sal qediyan ez dîsa li ber dîwaran mam.
Wê çaxê ez hinekî mezin bûbûm û min dest bi kar kir. Ez bûm şivanê gundiyan.
Min du bira û xweşikek hebû, lewma barê min di zaroktiya min de giran bû."
Hejarî û zoriyên jiyanê bûn sedema ku ew berê xwe bide Binxetê ango Rojavayê Kurdistanê.
Keleş di temenê xwe yê biçûk de şivantî, cotkarî û paleyî kir. Wî rastiya tal a jiyanê ji kûrahiya dilê xwe nas kir.
Ev serpêhatiya wî ya dijwar, bû bingeha helbestên wî. Wî bi risteyên xwe yên xurt êrişî zordestî û bindestiyê kir.
Hevdîtina bi rewşenbîran re
Seydayê Keleş sala 1945an bi rewşenbîrên wekî Cegerxwîn, Qedrî Can û Tîrêj re pêwendî danî.
Piştî vê naskirinê, wî dest bi xebatên welatparêziyê kir û helbestên Kurdî nivîsandin. Wî bi sedan risteyên tijî hest û têkoşîn li pey xwe hiştin.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in: “Em û Dijmin”, “Rêka Gel”, “Derdê Milet”, “Ronahî”, “Xebat” û “Gotinên Pêşiyan”.
Her wiha destnivîseke wî ya bi navê “Bîranînên Min” jî heye. Ev berhem şopên kûrahiya ramana wî ne.
Rêya rizgariyê: Xwendin
Seydayê Keleş 18ê Hezîrana 2007an li Qamişloyê koça dawî kir. Termê wî li Goristana Qidûr Begê ya Qamişloyê hat veşartin.
Keleş di helbesta xwe ya bi navê “Tev Bibin Xwenda” de, xwendinê ne tenê wekî pêdiviyekê, wekî rêya rizgariya ji bindestiyê jî dibîne.
Ew di helbesta xwe de wiha dibêje:
Bi şev û bi roj herin dibistan
Li paş nemînin tev bibin xwenda
Divê herin pêş Kurdên jêr û jor
Tevde bixwînin da nebin wenda
Destên hev bigirin herin bo rewşen
Êrîş kin dijmin vemalin zenda
Ev bû du sed sal em mane bindest
Ji bo xwe vêxin agir û finda
Werin bi carek destan bidin hev
Bi ramanek rast têkevin benda
Divê herin pêş gelê Kurd hemî
Li bajêr û gund tev nebin wenda
.jpg&w=3840&q=75)


