Hewlêr (Rûdaw) - Romana nivîskarê navdar ê Kurd Husên Arif a bi navê "Şar" piştî salan ji aliyê Weşanxaneya Avestayê bi zaravayê Kurmancî ve hat weşandin.
Ev berhema ku di wêjeya Kurdî de cihekî taybet digire, wekî belgeyeke zindî ya guherînên civakî û lêgerîna nasnameyê tê dîtin.
Berhema "Şar" ji aliyê Şikriya Salih û Firat Kelehkî ve ji zaravayê Soranî li Kurmancî hatiye wergerandin.
Roman çîroka xaniyekî kevin ê Taxa Serşeqamê ya bajarê Silêmaniyê vedibêje ku di nîvê sedsala bîstan de veguheriye "şanehengeke" piçûk a hemû civaka Kurd.
Di hundirê romanê de, karakterên weke "Metê Helîm", “Sabîrê Himal” û “Heme Eliyê Meaşxwer” hewl didin di nava deryaya bipêl a bajêr û hejariyê de li ser piyan bimînin.
Xaniyê kevin ê Metê Helîm li Taxa Serşeqamê, di vê romanê de ne tenê avahiyeke ji kerpîç û heriyê ye; ew nexşeya piçûk a civaka Kurdan e ku di nîvê sedsala bîstan de di navbera kevneşopî û nûjeniyê de asê maye. Ev der, “şanehengek” e ku tê de çarenûsa bi dehan mirovên bêkes, hejar û baskşikestî bi hev ve girêdayî ne.
Di bin baskê “Şahjina Heqanetê” Metê Helîm de, karakterên mîna Sabîrê Himal, Heme Eliyê Meaşxwer û Xawera Nanpêj, hewl didin ku keştiya xwe ya şikestî di nava deryaya bipêl a “Şar” de li ser avê bihêlin. Li vir derî nayên girtin û tiştek nayê veşartin; şabûn û keder, birçîbûn û têrbûn ya hemûyan e. Metê, bi fermanên xwe yên nayên redkirin û dilê xwe yê mîna deryayê, hewl dide pergaleke civakî ya li ser bingeha dilsoziyê û otorîteya kevneşopî biparêze.
Nivîskar Husên Arif bi rêya van karakteran, nakokiyên di navbera jiyana kevneşopî û nûjeniyê de û hilweşîna hêlînên kevin nîşan dide.
“Lê gelo ev kela parastinê dikare li ber bayê guherînên demê, xizaniya ku her diçe kûrtir dibe û zagonên sar ên bajêr xwe ragire?” weke pirseke sereke derdikeve pêş.
Hisên Arif, di romana “Şar” de, çîroka jiyaneke hevpar vedibêje ku tê de her odeyek cîhanek e û her cîranek, parçeyek ji canê yê din e. Ev berhem, belgeyeke zindî ya hilweşîna hêlînên kevin û lêgerîna nasnameyê di nava kolanên teng de ye.
Pirtûk ji 328 rûpelan pêk tê û niha li pirtûkxaneyan ji bo xwendevanan amade ye.
Ev xebat ji bo xwendevanên Kurmancîaxêv derfetek e da ku berhemeke hêja ya wêjeya Kurdî ya nûjen bixwînin.



.jpg&w=3840&q=75)