Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê projeya "Jinên Mezin ên Kurd" Yasîn Aftaw diyar dike ku ji bo zindîkirina dîroka jinên serkirde û bibandor ên Kurd, wan bi teknolojiya nûjen dest bi xebatekê kiriye.
Armanca vê xebatê naskirina wan kesayetan e ku di dîrokê de xwedî roleke mezin bûn, bi taybetî ew jinên ku ji ber kevnbûna serdemê ti wêne û vîdeoyên wan nînin.
Birêvebirê projeyê û mamosteyê zanîngehê Yasîn Aftaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re eşkere kir ku ev proje bi piştgiriya Yekitiya Jinan û di bin çavdêriya Lave Hikmetê de tê meşandin.
Yasîn Aftaw got, "Em dixwazin bi rêya teknolojî û hişê çêkirî (AI), rûçik û çîrokên wan jinên ku ti wêne li pey xwe nemane, ji nifşên nû re vebêjin."
Xebat dê li ser sed jinan were kirin
Li gorî gotina birêvebirê projeyê, ev plan gelekî mezin e û dê li ser dîroka 100 jinên bibandor ên Kurd xebat were kirin.
Yasîn Aftaw got, “Berhema me ya ewil li ser Fata Reş bû, paşê me li ser Mestûreya Erdelanê xebat kir.
Niha em xwe ji bo çendîn kesayetên din ên dîrokî amade dikin.”
Pêwîstî bi lêkolîneke kûr a dîrokî heye
Yasîn Aftaw li ser şêweyê meşandina projeyê eşkere kir ku ev kar bi hûrgilî ye û ji bo nivîsandina metnan pêwîstî bi lêkolîneke dîrokî heye.
Aftaw da zanîn ku aliyê hunerî, grafîk û çêkirina wêneyan a bi hişê çêkirî ji aliyê Dr. Kardox Dara ve tê kirin.
Proje dê mehane bidome û her meh li ser kesayetekê xebat were kirin.
Birêvebirê projeyê got ku wan dixwest hinek nav wekî surprîz bimînin heta ku li ser torên civakî tên belavkirin da ku bandoreke erênî li ser bendewariya temaşevanan a ji bo dîroka jinên Kurd çêbibe.



