Hewlêr (Rûdaw) - Hunermend Hîvron li parêzgehên Semsûr û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê bi hezkiriyên xwe re tê ba hev.
Konserên Hîvronê ji aliyê Şaxên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) yên Semsûr û Çewlîgê ve tên organîzekirin.
Li gorî daxuyaniya Şaxa Egîtîm Senê ya Semsûrê, konsera Hîvronê ya li bajêr dê 5ê Çiriya Pêşîn were lidarxistin.
Konser dê demjimêr 18:30î li Salona Mezin a Salona Înciyê dest pê bike.

Rawestgeha duyem Çewlîg e
Rawestgeha duyem a hunermend Hîvron jî dê parêzgeha Çewlîgê be.
Şaxa Egîtîm Senê ya Çewlîgê li ser konsera Hîvronê daxuyaniyek belav kir û bangî endamên sendîkayê û kedkaran kir.
Di daxuyaniya sendîkayê de hat gotin:
"Em di şeveke taybet de ku tê de ked, piştgirî, çand û muzîk digihêjin hev, bi we re tên ba hev.
Di vê şeva xweş a bi ked û hevaltiyê hatiye honandin de, werin em bi dengê hezkirî yê muzîka Kurdî Hîvron re bibin şirîkê muzîk, sohbet û piştgiriyê."
Ji bo endamên KESKê bêpere ye
Konsera li Çewlîgê dê 6ê Çiriya Pêşîn demjimêr 18:00an li Salona Konferansê ya Şaredariya Çewlîgê were lidarxistin.
Hat ragihandin ku konser ji bo endamên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Giştî (KESK) bêpere ne û vexwendinname ji avahiya Egîtîm Senê tên wergirtin.
Sendîkayê di banga xwe de her wiha anî zimên:
"Ji bo em piştgiriya xwe mezin bikin, çanda xwe bidin jiyandin û hêza yekgirtî ya muzîkê bi hev re hîs bikin, em kêfxweş dibin ku we li kêleka xwe bibînin.
Em bi hev re bihêz in, em bi hev re xweşik in."




