Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Uçar,ji bo eşkerekirina bandorên siyaseta asîmîlasyonê ya li ser muzîka Kurdî pêşniyazeke lêkolînê da Parlamentoya Tirkiyeyê.
Parlamenterê DEM Partiyê ji bo rakirina astengiyên li pêşiya çand û muzîka Kurdî û vekirina lêkolînekê serî li Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê da.
Di pêşniyaza wî de hat xwestin ku 4 hezar û 971 stranên Kurdî yên ku kirine Tirkî, li ser navê çavkaniyên wan ên resen ji nû ve werin tomarkirin.
4 hezar û 971 stranên Kurdî kirine Tirkî
Zulkuf Uçar di sedema pêşniyaza xwe de cih da lêkolînên Muzîkolog Veysî Varli.
Li gorî amaran, Veysî Varli li ser 28 hezar stranan lêkolîn kiriye.
Di encamê de derketiye holê ku 4 hezar û 971 stranên Kurdî kirine Tirkî.
Ev stran ji gotinên xwe yên resen ên Kurdî û ji kokên xwe yên dîrokî hatine qutkirin.
Her wiha ev stran di repertuwarên fermî de wekî stranên Tirkî hatine qeydkirin.
Stranên Mihemed Arif Cizîrî û Hesen Zîrek hatine dizîn
Di nav van berheman de stranên gelek hunermendên Kurd ên navdar ên wekî Mihemed Arif Cizîrî û Hesen Zîrek jî hatine dizîn.
Her wiha hat eşkerekirin ku di bin navê "Stranên Kerkûkê" (Kerkuk Turkulerî) de 86 stran hatine dizîn û kirine Tirkî.
Gelek berhemên hunermendê navdar Hesen Zîrek jî rastî heman diziyê hatine.
Qeydên van stranan di arşîvên Wezareta Çand û Turîzmê û Saziya Radyo û Televîzyonê ya Tirkiyeyê (TRT) de hene.
Dîroka gotina wan, dema berhevkirin û nivîsandina notayên wan li wê derê ne lê çavkaniyên wan ên rasteqîn û zimanê wan ê Kurdî di qeydan de tên veşartin.
"Divê arşîv bi awayekî şefaf werin vekirin"
Di pêşniyazê de hat xwestin ku lêkolîneke berfireh li ser van xalan were kirin:
· Arşîvên fermî yên Wezareta Çandê û TRTyê bi awayekî şefaf ji lêkolîneran re werin vekirin.
· Hemû stranên Kurdî yên ku hatine Tirkîkirin, li gorî çavkanî û zimanê wan ê resen ji nû ve werin tomarkirin.
· Ji bo lêkolînên akademîk ên li ser dîroka muzîka Kurdî, çavkaniyên fermî bên veqetandin.
· Ji dibistanên seretayî heta zanîngeh û konservatuvaran, ji bo perwerdeya muzîkê ya bi zimanê zikmakî mufredateke hevpar a Kurdî were amadekirin.
"Olurum Turkiyem" jî dizî ye
Yek ji van stranan jî strana "Olurum Turkiyem" e.
Ev stran li Tirkiyeyê gelekî bi nav û deng e û ji bo gelek mîtîng û bangeşeyan hatiye bikaranîn.
Stran sala 1993yan bi Tirkî hatiye qeydkirin.
Ev stran ji strana "Dayê Dayê" ya Koma Dengê Qamişloyê hatiye dizîn ku sala 1986an hatiye qeydkirin.
.jpg&w=3840&q=75)


