Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Dêrîkê yê Rojavayê Kurdistanê hezkirên hespan di festîvaleke balkêş de hatin ba hev.
Li gundê Subêhiyeyê yê Dêrikê festîvala hespsiwariyê hat lidarxistin.
Festîval bi serpereştî û piştgiriya siwarên eşîra Şerabîniyan hat lidarxistin.
Di festîvalê de 80 siwarên ku temenên wan cuda ne bi hespên xwe ketin pêşbirkê û şiyanên xwe nîşan dan.
"Qadeke hevkariyê ye"
Organîzatorê festîvalê li ser çalakiyê axivî û got:
"Ev festîval ne milkê ti kesî ye û ne li ser navê kesekî ye.
Lê qadeke hevkariyê ye ji bo hemû xelkê eşîrên Ereb û Kurdan ên li Sûriyeyê.
Em hîn jî vê mîrateya kevnar diparêzin. 80 kes beşdarî vê pêşbirkê bûn."
Beza hespan û nîşandana bedewiyê
Meydana gundê Subêhiyeyê bû qada 10 gerên tije rikberî û kelecan.
Ji bilî bezê, nîşandana bedewiya hespên resen jî bala amadebûyan kişand.
Yek ji beşdaran kêfxweşiya xwe anî zimên û got:
"Em îro bi vê festîvala siwarên eşîra Şerabîniyan gelekî dilxweş in.
Ya herî zêde kêfa me anî jî beşdariya tevahiya xelkê deverê bû, bi taybetî xwişk û birayên me yên Kurd û Xiristiyan.
Ez bi xwe di gera yekem de bi hespê 'Borkan Şerabiyîn' beşdar bûm û min pileya yekem bi dest xist.
Her wiha di gera sêyem de jî ez bi hespê 'Birc Sewafe' dîsa bûm yekem."
Ji deverên cuda beşdar bûn
Her çend cografyayên wan ji hev dûr bûn jî, eşqa hespan ew li yek deverê li hev kom kirin.
Beşdar ne tenê ji Cizîrê bûn siwarên hespan ji Heleb, Dêrezor, Dera û heta Quneytereyê jî hatibûn.
Bi vê pêşbaziya germ, demsala siwariyê ya îsal a li Cizîrê bi dawî bû.



