Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê ragihand ku hunera dengbêjiyê ya li her du parêzgehên Mêrdîn û Colemêrgê ketiye nav Lîsteya Mîrata Çandî ya Neteweyî ya Tirkiyeyê.
Bi vê biryarê re hejmara wan parêzgehên ku ev huner lê hatiye tomarkirin derket 5 parêzgehan.
Ev agahî di bersiva pirseke nivîskî ya Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznur Bartinê de hat dayîn.
Bartinê di Parlamentoya Tirkiyeyê de li ser gavên dewletê yên ji bo parastina ziman û çanda Kurdî pirsyar ji wezaretê kiribû.
18 pirtûkên Kurdî hatine çapkirin
Li gorî bersiva fermî ya wezaretê, di navbera salên 2010 û 2026an de bi giştî 18 pirtûkên Kurdî hatine çapkirin.
Yek ji berhemên herî berbiçav koma berhemên Aleksandr Jaba bû.
Ev proje ji 69 destxetên Kurdî pêk dihat ku li Akademiya Zanistî ya Saint Petersburgê ya Rûsyayê dihatin parastin û bi hevkariya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê di 15 cildan de hatin çapkirin.
Di nav wan de şahberhemên wekî Mem û Zîn, helbestên Feqiyê Teyran, Leyla û Mecnûn û gelek metnên folklorîk hene ku niha li ser malpera wezaretê bi awayê dîjîtal jî peyda dibin.
Dengbêjî li 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hat tomarkirin
Di beşeke din a bersiva wezaretê de hat diyarkirin ku di çarçoveya "Lîsteya Neteweyî ya Mîrata Çandî ya Neteweyî ya Tirkiyeyê" de, hunera resen a dengbêjiyê ya ku sala 2014an li parêzgehên Amed, Mûş û Rihayê hatibû tomarkirin, sala 2026an li her du parêzgehên Mêrdîn û Colemêrgê jî bi fermî kete nav lîsteyê.
Wezareta Çandê her wiha destnîşan kir ku ji bo parastin û belgekirina vê mîrata devkî, îsal li parêzgehên Amed, Qers, Erzirom, Îdir, Êlih û Şirnexê lêkolîn û xebatên li qadê hatine kirin.
Hunera dengbêjiyê ku ji aliyê dîroknas û rewşenbîran ve wekî "arşîv û dîroka devkî ya gelê Kurd" tê pejirandin, bi salan e tê xwestin ku li ser asta navneteweyî û ji aliyê UNESCOyê ve jî wekî şahkareke mirovahiyê bê naskirin û parastin.


.jpg&w=3840&q=75)
