کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Çand û Huner

Li Almanyayê Festîvala 4emîn a Şêwekariyê ya Efrînê hat lidarxistin

Hêmin Ebdullah

Hêmin Ebdullah

14-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Hêmin Ebdullah
Hêmin Ebdullah14-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt
Çand û Huner18-11-2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt
Çand û Huner17-11-2026

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir
Çand û Huner16-11-2026

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir

Dusseldorf (Rûdaw) - Li bajarê Gelsenkirchenê yê Almanyayê, Festîvala 4emîn a Şêwekariyê ya Efrînê bi beşdariya hunermend û mêvanên ji çendîn welatên cuda yên Ewropayê yên wekî Holenda, Danîmarka, Polonya û Fransayê hat lidarxistin.

Festîvala 4emîn a Şêwekariyê ya Efrînê ji bo nîşandana huner û şêwekariya Kurdistanê ya ji cîhana derve re bûye qadeke girîng.

Organîzatorê festîvalê Nesrîn Serxoşiyê ji bernameya Diasporayê re ragihand ku îsal cara 4an a festîvalê ye û ev çalakî tenê ne taybetî Kurdan e, her wiha kesên biyanî jî tê de beşdar in.

Nesrîn Serxoşiyê her wiha da zanîn ku berhem û tabloyên hunermendên şêwekar ên ji her çar parçeyên Kurdistanê tên nîşandan.

"Pirrengî ne gef e, dewlemendî ye"

Şaredarê Bakurê Gelsenkirchenê Thomas Steinberg bal kişand ser girîngiya festîvalê û got:

"Pirrengî ne gef e, berovajî vê dewlemendî ye."

Thomas Steinberg her wiha destnîşan kir ku festîval çandên aştîxwaz li ba hev dicivîne da ku ne tenê biaxivin, di heman demê de bi hev re bijîn û bi hev re tiştekî xweşik biafirînin.

"Efrîn dergûşa huner û ciwaniyê ye"

Şêwekar Niyaz Beyatî ku her sal bi berhemên nû beşdarî festîvalê dibe, kêfxweşiya xwe ya ji bo vê kombûna hunerî anî zimên û diyar kir ku ev çalakî ji bo bihevguhertina ramanan û bipêşxistina hunerî derfeteke gelekî baş e.

Di heman demê de çend mêvanên beşdar ên wekî Elmas Tobal, Perîşan Bekir û Janê Kobanî tekez kir ku Efrîn tenê bi zeytûnan nayê naskirin, di heman demê de dergûşa huner û ciwaniyê ye.

Pirsên