کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Zarokên ku xelat wergirtine / Wêne: Rûdaw

Zarokên ku xelat wergirtine / Wêne: Rûdaw

Çand û Huner

Li Wanê ji bo zarokan Pêşbirka Helbestên Kurdî hat lidarxistin

Ferdî Sak

Ferdî Sak

10-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Ferdî Sak
Ferdî Sak10-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt
Çand û Huner18-11-2026

Polîsan bi ser Weşanxaneya Belkiyê de girt

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt
Çand û Huner17-11-2026

Paix klîpa strana xwe ya nû ya bi hişê çêkirî li Amedê girt

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir
Çand û Huner16-11-2026

Weşanên Avestayê çapa nû ya pirtûka Fatma Savciyê 'Bîra Birînê' belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ji bo zarokan pêşbirka helbestan hat lidarxistin.

Pêşbirka bi navê “Nûbihara Biçûkan” bi hevkariya Kovara Akademiyê, Enstîtuya Ehmedê Xanî û Nûbiharê hat sazkirin.

Pêşbirka Helbestên Kurdî di çarçoveya pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî de hat lidarxistin.

Pêşbirk li Hola Konferansan a Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê hat kirin.

Macît Orhan û Cahîde Koçê pêşkêşvaniya bernameyê kir.

151 zarok beşdar bûn

Ji 7 bajaran bi tevahî 151 zarok beşdarî pêşbirkê bûn.

Di encamê de 20 zarok ji nav wan wekî serkeftî hatin destnîşankirin.

Zarokên ji bajarên Wan, Colemêrg, Riha, Êlih, Amed, Sêrt û Bedlîsê derketin ser dikê û helbestên Kurdî xwendin.

Di pêşbirkê de Songul Dînçer bû yekem, Delal Dûman bû duyem û Gul Kaya jî bû sêyem.

Armanca sereke ya bernameyê ew bû ku têkiliya zarokan û wêjeya bi zimanê dayîkê xurt bibe.

Her wiha dihat armanckirin ku eleqeya zarokan a ji bo helbestên Kurdî zêde bibe.

#WÊNE - Li Wanê bi navê ❝Nûbihara Biçûkan❞ ji bo zarokan pêşbirka helbestan hat lidarxistin

💢 Pêşbirk bi hevkariya Akademy, Enstîtuya Ehmedê Xanî û Nûbiharê hat sazkirin

💢 Di çarçoveya pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî de ji nav zêdetirî 150 zarokî 20 ji wan hatin hilbijartin… pic.twitter.com/le8d1WUTjp

— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 10, 2026

Xelatên curbicur hatin dayîn

Di pêşbirkê de xelatên wekî zêrê çaryek, tablet, saeta jîr û pere dan zarokên serkeftî.

Di bernameyê de dengbêjê navdar Taha Bozdemîr, hunermend Neslîhan Edîş û Şivan Ulaş derketin ser dikê.

Hunermendan bi kilam û stranan zarok û beşdar kêfxweş kirin.

Saziyên ku pêşbirk amade kiriye dixwazin ev pêşbirk salên paşerojê jî xurttir bidome û bibe kevneşopiyek.

Pirsên