Qoser (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê ji aliyê Dibistana Navîn a Zerganê ve Pêşbirka 6emîn a Helbestên Kurdî hat lidarxistin.
Ji 30 dibistanên navîn 30 xwendekar beşdarî pêşbirkê bûn.
Zarokên ku dersên Kurdî yên hilbijartî dixwînin yek bi yek derketin ser dikê.
Wan hunera xwe ya xwendina helbestan nîşan da.
Performansa zarokan a serkeftî hêjayî dîtinê bû.
Delala 11 salî bû yekem
Di vê pêşbirkê de Delal Kandemîra 11 salî bû yekem.
Pêşengê vê pêşbirka helbestan Birêvebirê Dibistana Navîn a Zerganê Tarik Yilmaz e.
Cihê wî diguhere, dibistana wî diguhere lê pêşbirka Kurdî ti carî naguhere.
Tarik Yilmaz li ser mijarê got, "Em her sal pêşbirkê li dar dixin. Heta ji destê me bê em dê vê kevneşopiyê bidomînin.
Bi îzna Xwedê sala bê em dê li Qoserê, li navçeyan û li tevahiya Mêrdînê li dibistanên navîn vê pêşbirkê bidomînin."
"Me di hilbijartinê de zehmetî kişand"
Her zarokê ku derket ser dikê performanseke serkeftî nîşan da.
Ji ber vê yekê endamên jûriyê di hilbijartinê de zehmetiyeke mezin kişand.
Endamê Jûriya Helbestên Kurdî Umran Altinkiliç jî hestên xwe wiha anîn zimên:
"Bi rastî berendamên gelekî baş hebûn. Xwendekarên gelekî baş hebûn. Carna di hilbijartinê de me zehmetî kişand."
Mamosteyê wê pê serbilind e
Pêşbirk bi dawî bû û zarokên ku ketin dereceyê hatin eşkerekirin.
Mamosteyê Kurdî yê Delal Kandemîrê kêfxweşiya xwe anî zimên û got:
"Ez mamosteyê Kurdî yê Delalê me. Ya rast min jê bawer dikir. Wê em serbilind kirin, em gelekî kêfxweş in."
Pêşbirka helbestan li ber stranên Kurdî bi govend û dîlanê bi dawî bû.