Hewlêr (Rûdaw) – Wênegirê Kurd Dildar Hemo di bin siya şerê ku zêdetirî 15 salan e li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê didome de, rûyê din ê jiyanê nîşanî cîhanê dide.
Wênegir Dildar Hemo piştî 10 salên koçberiyê bi projeyeke hunerî vegeriya axa xwe.
Dildar Hemo dê berhemên xwe yên wê geştê li Almanyayê nîşan bide.
Pêşangeha nû ya Dildar Hemo ya bi navê “Curebicuriya ku Digihîne Hev” dê 11ê Hezîranê li bajarê Passauyê yê Almanyayê vebibe.
Ev pêşangeh ji bilî komkirina wêneyan, encama geşteke kûr a ber bi bîranînên zarokatiyê ve ye.
"Dema min dê û bavê xwe dît..."
Dildar Hemo nêzîkî 10 salan e li Almanyayê dijî.
Ew piştî hesreteke dirêj sala 2024an careke din vegeriya Rojavayê Kurdistanê.
Hemo kêliya yekem a vegerê wekî xala herî hestiyar a jiyana xwe pênase kir û got:
"Dema min piştî wan hemû salan dê û bavê xwe li deriyê Sêmalkayê dît, min fêm kir ku welat ne tenê ax û sînor e, welat ew hembêza germ e."
Ji Qamişloyê heta Hisîçayê: Çîrokên nehatine gotin
Dildar Hemo di geşta xwe de gelek bajar û navçeyên Rojavayê Kurdistanê ziyaret kirine.
Qamişlo, Tirbespiyê, Girkê Legê, Til Hemîs, Hisîça û Çil Axa hinek ji wan in.
Ev 15 sal in ku şer li herêmê didome lê Dildar Hemo di wêneyên xwe de nexwestiye tenê wêranî û xemgîniyê nîşan bide.
Berevajî vê yekê, wî bala xwe daye ser vîna jiyanê.
Di nav wan 15 wêneyên bijartî de çîrokên muzîkjenên herêmî, xebatkarên zeviyan, xwendekar û jiyana rojane ya xelkê hene.
Dildar Hemo li ser vê yekê got, “Min xwest ez aliyê din ê jiyanê nîşan bidim. Min bala xwe da ser muzîk, perwerde û daxwazên wan mirovên ku tevî hemû zehmetiyan jî dev ji jiyanê bernedaye."
Dê ji sedî 60î dahatê bide xwediyên çîrokan
Biryara Dildar Hemo ya li ser firotina wêneyan vê projeyê ji aliyê mirovî ve zêdetir bilind dike.
Dildar Hemo da zanîn ku ew dê ji sedî 60î dahata wêneyan bide wan malbat û kesên ku di wêneyan de cih girtiye.
Wî da zanîn ku ev gav ne tenê "alîkariyeke madî" ye û got:
"Ez naxwazim bibêjim alîkarî, ev zêdetir spasiyek e ji bo wan. Wan dil û jiyana xwe ji dûrbîna min re vekirin.
Ev hewldanek e ji bo parastina nasnameyê û xurtkirina girêdayîbûna bi niştiman re."
Dîmenên vîdeoyî jî girtine
Dildar Hemo tenê bi wêneyan sînordar nemaye.
Wî di dema geşta xwe de gelek dîmenên vîdeoyî jî girtine û niha li ser kurtefîlmekê dixebite.
Armanca wî ew e ku deng û rengên Rojavayê Kurdistanê bi awayekî zindîtir bigihîne Ewropayê.
Dildar Hemo her wiha diyar kir ku ev ne serdana wî ya dawî ye û plan dike ku di demeke nêzîk de careke din serdana welat bike da ku projeya xwe firehtir bike.


