کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
CÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Diaspora

Lîsteya Kurdistanê tevlî hilbijartinên Meclisa Koçberan a Munîhê dibe

Hêmin Ebdullah

Hêmin Ebdullah

07-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Hêmin Ebdullah
Hêmin Ebdullah07-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Kurdên Êzidî yên li Almanyayê li dijî peymana Îraq û YBŞyê derketin
Diaspora08-11-2026

Kurdên Êzidî yên li Almanyayê li dijî peymana Îraq û YBŞyê derketin

Banga bijîşkên li diyasporayê: Em amade ne piştgiriya lêkolîneran bikin
Diaspora08-11-2026

Banga bijîşkên li diyasporayê: Em amade ne piştgiriya lêkolîneran bikin

Karmendekî Saziya Koçberan a Swêdê agahiyên Kurdan dane îstixbarata Îranê
Diaspora07-11-2026

Karmendekî Saziya Koçberan a Swêdê agahiyên Kurdan dane îstixbarata Îranê

Dusseldorf (Rûdaw) - Çalakvana mafên jinan û mafên mirovan Şeqayiq Ehmedî, ji bo hilbijartinên Meclisa Koçberan a bajarê Munîhê yê Almanyayê wekî namzeda duyem a "Lîsteya Kurdistanê / Lîsteya 22yan" xwe namzed kir.

Şeqayiq Ehmedî ji Rojhilatê Kurdistanê ye û li Zanîngeha Munîhê xwedî bawernameya masterê ya beşa fizîkê ye.

Şeqayiq Ehmediyê ji bernameya Diyasporayê ya Rûdawê re ragihand ku 25 hezar Kurd li Munîhê dijîn û gelekî girîng e ku nûnerê wan li wî bajarî hebe.

Wê da zanîn ku ev ne cara yekem e ku "Lîsteya Kurdistanê" beşdarî hilbijartinan dibe û lîste ji salên 90î ve beşdarî hilbijartinên Meclisa Koçberan a bajarê Munîhê dibe.

Ev lîste ji wan rêxistinên Kurdan pêk tê ku li wî bajarî dixebitin.

Armanca sereke ya namzedbûna Şeqayiq Ehmediyê di van hilbijartinan de ew e ku daxwaz û mafên Kurdan bi giştî û bi taybetî jî yên jinên Kurd li Şaredariya Munîhê bîne rojevê û nûnertiya wan bike.

Namzedên "Lîsteya Kurdistanê" bangî Kurdistaniyên li Munîhê dijîn dikin ku beşdarî hilbijartinê bibin û dengê xwe bidin lîsteya hejmar 22yan.

Ew dixwazin deng û daxwazên Kurdan bigihêjin navendên biryardanê yên wî bajarî.

Pirsên